3 kes li Wanê hatin girtin

Li Wanê ji 5 xwendekarên hatibûn binçavkirin 3 hatin girtin.

Li Wanê ji 5 xwendekarên hatibûn binçavkirin 3 hatin girtin.

Li navçeya Artemêtan a navenda bajarê Wanê roja 20’ê Sibatê, di encama serdegirtina malan de 5 xwendekarên endamên Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YODER) hatin binçavkirin.

Piştî karûbarên li midûriyeta polîsan her pênc xwendekar veguhestin dozgeriyê û piştî îfadeya wan hate girtin xwendekarên bi navê Esra Kandemîr û Alev Bakan serbest hatin berdan, xwendekarên bi navê Ridvan Balikçi, Mesut Eren û Hamdullah Aydemîr veguhestin dadgehê û bi biryara dadgehê bi hinceta “endamên rêxistinê ne” hatin giritn û şandin Girtîgeha Tîpa F a Wanê.