3 kes li Çewlikê hatin girtin

3 kes li Çewlikê hatin girtin

Li Çelikê 3 kesên ku çend roj berê hatin binçavkirin û serbest berdan, li ser îtîraza dozgeriyê dîsa hatin girtin. Endamê Meclîsa BDP'ê yê li Mêrdînê hate binçavkirin jî serbest hate berdan.

Li Çewlîkê di 9'ê Mijdarê de polîsan di ser malên endam û rêveberên BDP'ê de girtin û 3 kes binçavkirin. 3 kesên hatin binçavkirin di 10'ê mijdarê de serbest hatin berdan. Welatiyê bi navê Arif Koç, Aziz Kaya û Omer Kiliç serbest hatin bedan li ser daxwaza dozger dîsa hatin binçavkirin û vê carê hatin girtin û şandin Girtîgeha Çewlîkê.

ENDAMÊ MECLÎSA BDP'Ê SERBEST HATE BERDAN

Li Aliyê din Endamê Meclîsa BDP'ê Fesîh Ozer ku li navbera Mêrdîn û Qoserê hate binçavkirin serbest hate berdan.