3 gundên din ên li dora Minbicê hatin rizgarkirin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, 3 gundên din ên bi 20 kîlometreyan li başûrrojavayê Minbicê ne, ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, 3 gundên din ên bi 20 kîlometreyan li başûrrojavayê Minbicê ne, ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.
Operasyona şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li bejahiya başûrrojavayê Minbicê dewam dike. Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, 3 gundên li başûrrojavayê Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê hatine paqijkirin.
Her sê gund bi 20 kîlometreyan dûrî Minbicê ne. Navên gundên hatin rizgarkirin bi vî rengî ne: Îlan, Xira El Kebîra û Xira El Sexîra.
Li aliyê din, şervanan avêtin ser 2 nuqteyên stratejîk ên li heman herêmê û ev her du nuqte jî ji çeteyan paqij kirin.
Operasyona şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya li herêmê dewam dike.