2. Kongreya PYD’ê ya Kantona Kobanê didome
Kongreya duyemîn a PYD’ê ya Kantona Kobanê bi axaftina delegeyan dewam dike.
Kongreya duyemîn a PYD’ê ya Kantona Kobanê bi axaftina delegeyan dewam dike.
2. kongreya PYD’ê ya Kantona Kobanê îro saet di 09.30 de bi beşdariya 300 endamên partiyê, mêvanên ji Girê Sipî, Minbic û Sirînê, li salona Meclîsa Zagonsaz destpê kir. Kongre bi axaftina beşdaran dewam dike.
Li ser navê saziya malbatên şehîdan a Kantona Kobanê Arîf Balî, serokê Meclîsa Rêveber a Kantonê Enwer Muslim û Hevseroka Meclîsa Zagonsaz Fayîze Ebdî axivîn û lidarxistina kongreyê li endamên partiyê pîroz kirin. Qisekeran hêviya xwe bilêv kirin, ku kongre bikaribe pêwîstiyên pêngava dema niha, pêk bîne û dan zanîn ku baweriya wan bi partiyê heye, ew ê bi derfetên xwe bikaribe civakê hişyar û birêxistin bike.
Piştre Hevserokê TEV-DEMꞌê Kantona Kobanê Ehmed Şêxo, li ser navê Kongreya Star Felek Yûsif, li ser navê partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê Gulistan Etî, li ser navê Partiya Demokratîk a Teqedumî Kurdî li Sûriyeyê Mustefa Henîfî axivîn. Van qisekeran jî dan zanîn, divê partî li pêşberî rewşa heyî ya li Rojava bêhtir bi berprisyarî tevbigere. Qiskeran bal kişandin ser girîngiya yekîtiya aliyên kurdî.
Li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Sipî Xensa Hecî, li ser navê Meclîsa bajarokê Sirînê Hecî Mihemed, li ser navê Meclîsa Sivîl a bajarê Minbicê Hesen Mihemed, axivîn. Qisekeran lidarxistina kongreyê pîroz kirin û dane zanîn ku ew bi derfetên PYDꞌê yên avakirina civakeke hevgirtî û azad bawerin, ji ber ku projeya partiyê demokratîk e û ji bo pirsgirêka Sûriyeyê, çareserî ye.
Tê payîn ku piştî bihnvedanê, beşdar rewşa siyasî û rêxistinî binirxînin.