2 kesên sivîl ji aliyê rejîma Îranê ve hatin kuştin

2 kesên sivîl ji aliyê rejîma Îranê ve hatin kuştin

Terora leşkerên rejîma Îranê yên li hemberî Kurdên li ser sînoran dijîn bê navber berdewam dike. Van rojên dawiyê de herî kêm du kes li ser sînor ji aliyê leşkerên rejîma Îranê ve hatin kuştin. Li gorî agahiyan di nava 14 mehan de herî kêm 182 kes hatine kuştin û birîndar bûne. Ji vana herî kêm 100 kes jiyana xwe ji dest dane.

Herî dawî, du roj berê li deşta Zebav a ser bi Kirmanşanê di encama êrîşa rejîma Îranê ya li ser malbateke Kurd de kese jiyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû. Di 14’ê mehê de jî kesek sivîl li Mêrîwanê di encama gullebaranê de hat kuştin.

Li gorî agahiyên hatine destxistin, malbata Derabî ya li yek ji gundên deşta Zehaw ya Kirmanşanê dijîn, li rastî êrîşa çekdarî ya leşkerên Îranê hat. Di encamê de kurê malê yê bi navê Seîd jiyana xwe ji dest da û kurek din jî birîndar bûye. Li gorî nûçeya Kurdpayê, bi hinceta li hemberî rejîma Îranê çek hildane, ev êrş li hemberî wan pêk hatiye.

Her wiha, di 14’ê tîrmehê de jî, kesê bi navê Muxtar Emînî yê ji Merîwanê, di navbera gundên Şwîşê û Negilê yên Merîwanê de li rastî gullebaran leşkerên Îranê hat û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

TEVÎ ROBOSKÎ 216 KUŞTÎ Û BIRÎNDAR

Li gorî îstatîstîka ji aliyê malpera Kurdpayê ve hatiye aşkerekirin, ji bihara 2011 heta niha herî kêm 182 Kurdên bi hinceta “qaçaxçîtiyê” kirine hatine kuştin an jî birîndarkirin. Herî kêm 100 kes hatine kuştin. Hêjayê gotinê ye ku 19 jê zarok 34 kesên di 28’ê berfanbara 2011 de li gundê Roboskî ya navçeya Qilaban Şirnexê de hatin kuştin, ne di nava vê hejmarê de ye. Tevî Roboskî, di 14 mehên dawiyê de herî kêm 216 kes ji aliyê rejîmên Îran û Tirk ve hatine kuştin. Hinek ji wan jî ji ber sermaya dijwar a zivistnê jiyana xwe ji dest dan.

JI DESTPÊKA 2012 VE HERÎ KÊM 19 KES

Li gorî tomarên ANF’ê, ji serê sala 2012 ve herî kêm 19 kes ji aliyê rejîma Îranê ve li ser sînorên Bakûr-Rojhilat, Başûr-Rojhilatê Kurdistanê hatine qetilkirin.

DI SALA 2011 DE HERÎ KÊM 114 KES HATIN KUŞTIN

Li aliyê din hate ragihandin ku di 9 mehên dawiyê yên sala 2011 de zêdetirê 80 kes li ser sînoran ji aliyê leşkerên Îran û Tirk ve hatin kuştin, her wiha 60 kes jî hatine birîndarkirin. Leşkerên Îranê di nava 3 mehên dawî yên sala 2011 de 28 kesên sivîl li ser sînoran kuştine. 34 kesên ku di 28’ê berfanbarê de li gundê Roboskî yê navçeya Qilabana a Şirnexê ji aliyê artêşa Tirk ve hatin kuştin, ne di nava vana de ne. Tevî 34 kesên li Roboskiyê ev hêjmar dike 114.

DI SALA 2010 DE HERÎ KÊM 68 KUŞTINÊN BÊ DARAZ

Li gorî qeyîdên ANF’ê di sala 2010 de herî kêm 68 kes li ser sînorê Îran û Tirkiyeyê hatin kuştin, bi dehan kes hatin birîndarkirin û bi sedan dewar û ajal telef bûn. Tê payîn ku ev jimar pir zêdetir be. Herwiha ji sersala 2011 û vir ve herî kêm 14 kes li ser sînor ji aliyê leşkerên Îranê ve hatine kuştin. Herwiha di sala 2009 de jî herî kêm 90 kes li ser sînor hatin qetilkirin.