18 sal berê hat binçavkirin, niha jî dibêjin 'li ku ye'!

18 sal berê hat binçavkirin, niha jî dibêjin 'li ku ye'!

18 sal beriya niha Alî Tekdag ê ku gelek caran dibe rojeva çalakiyên Dayîkên Şemiyê, dema ew hevsera xwe li Amedê ji sûkê vedigeriyan, ji aliyê kesên di desstê wan de betel û çekên lûledirêj hebûn ve hatibû binçavkirin. Niha jî polîs li wî digerin. PolîsêN Tirk çûn mala wî û pirsa “Tekdag li ku ye” ji malbatê pirsîn.

Polîsaên Tirk piştî 18 salan li yek ji sembolên çalakiyên Dayîkên Şemiyê yên ku her hefte tên lidarxistin, Alî Tekdag, digerin. Polîs çûn mala Tekdag û li wî pirsîne. Malbatê serlêdanên 18 salan ên ji bo aqibeta Tekdag kirine, serlêdana malbatê ji bo DMME’yê kiribû û Tirkiye ji ber wê hatibû mehkûmkirin û daxwaznameyên dabûn dozgeriyê dan polîsan û gotin; “Piştî 18 salan hûn nû Alî Tekdag dipirsin?”

Alî Tekdag ê ku pasteyan çêdikir, 13’ê mijdara 1994 de gava ew û hevsera xwe ji sûkê vedigeriyan, ji aliyê kesên betêl û çekên lûledirêj di destên wan de bûn hat binçavkirin û ji wê rojê heta îro tu agahî ji wî nehatine wergirtin.

Polîsên navçeya Rezan a Amedê hatin mala Tekdag û diyar kirin ku ew ji Buroya Wendahiyan hatine û gotin “Alî Tekdag li ku ye?”

Kurê Tekdag, Ramazan Tekdag, ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku wana ji bo aqibeta Tekdag gelek serlêdan kirine û heta ji ber wî Tirkiye li DMME’yê hatiye mehkûmkirin, lê polîs niha tên pirsîn, ev yek tiştek bê wate ye.

Tekdag diyar kirk u ewana hemû serlêdanên piştî bavê wî hat wendakirin, dane polîsên Buroya Wendahiyan û got; “Ewraqên min nîşanî wan dan jî ji nedîtî ve hatin. Wendabûna bavê min bi sedan car hatiye rojeva çapemeniyê. Di doza me DMME’yê vekiribû, Tirkiye mehkûm bibû. Her çendî dizanin wenda ye, piştî salan nû tên li vir bavê min dipirsin.”

Polîsên ku çûn serdana malbata Tekdag, ji malbatê xwestin ku biçin serdana Buroya Wendahiyan a Navenda Polîsan a Rezan bikin û serlêdana wendabûnê bikin.

Alî Tekdag, di 1956’ê de li navçeya Karaz a Amedê ji dayîk bû, zewicî û 7 zarokên wî hebûn. Piştî derbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê, di 1982’yê de hat girtin û li rastî 6 sal û 8 me cezayê girtîgehê hat. Demek dirêj di Zîndana Amedê ya Jimare 5 de ma. Di sala 1986’ê de serbest hat berdan û piştî wê 19 car hat binçavkirin. Alî Tekdag ê ku pasteyan çêdikir, 13’ê mijdara 1994 de gava ew û hevsera xwe ji sûkê vedigeriyan, ji aliyê kesên betêl û çekên lûledirêj di destên wan de bûn hat binçavkirin û ji wê rojê heta îro tu agahî ji wî nehatine wergirtin. Lê girtiyê bi nave Seyfettîn Demîr, diyar kiribû ku wî di binçavan de Tekdag dîtiye û diyar kiribû ku gotiye “Ji malbata min re bêjin dê min bikujin.”

Malbata Tekdag, her hefte beşdarî çalakiya Dayîkên Şemiyê dibin û wêneyên wî hildidin. Malbatê ji ber wendakirina Tekdag serî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) da û di encamê de Tirkiye mehkûm bibû.