BI DÎMEN

'15'ê Tebaxê ruhê vejîn û berxwedanê ye'

Gerîlayên HPG û YJA Starê ên di eniya parastina Kerkûkê de cih digirin, di salvegera 32. de Pêngava 15'ê Tebaxê nirxandin û gotin, "15'ê Tebaxê qîrîna bindestan e."

Gerîlayên HPG û YJA Starê ên di eniya parastina Kerkûkê de cih digirin, di salvegera 32. de Pêngava 15'ê Tebaxê nirxandin û gotin, "15'ê Tebaxê qîrîna bindestan e."

Gerîla Simko Sîrkewa bal kişand ser girîngiya Pêngava 15'ê Tebaxê ji bo Kurdistanê û Rojhilata Navîn û got, "Bêguman çavkaniya hatina me ya vê xeta Kerkûkê, ruhê berxwedan û vejînê yê ji aliyê 15'ê Tebaxê ve li Kurdistanê hatiye afirandin e."

Sîrkewa got, "Yê ku ji bo tevahiya Kurdan ev ruh afirandiye, Rêberê me Rêber Apo ye. 15'ê Tebaxê li Kurdistanê bûye qîrîna bindestan. Divê hemû gel 15'ê Tebaxê weke cejneke cejînê pîroz bikin û di şexsê fermandar Egîd de hemû şehîdên şoreşên bibîr bînin. Pêwîste jin û ciwan cihê xwe di nava refên berxwedanê de bigirin."

15'Ê TEBAXÊ BERXWEDANA LI ZÎNDANAN GIHAND ÇIYÊ

Sîdar Serhed da xuyakirin, ku 15'ê Tebaxê tacîdarkirina berxwedana zîndana Amedê ye û got, "15'ê Tebaxê berxwedana zîndana Amedê gihand çiyayên azad ên Kurdistanê. Çawa ku berxwedana zîndana Amedê derba îdeolojîk li cûntaya faşîst xist, 15'ê Tebaxê jî derba leşkerî li cûntaya faşîst xist."

'15'Ê TEBAXÊ MIZGÎNA AZADIYÊ YE'

Gerîlaya YJA Starê Nesrîn Dêrik got, "Berxwedana 15'ê Tebaxê ji bo hemû gelan xwedî wateyeke cuda ye. Çîrokeke vê vejînê heye. Qîrîna gelan a ji bo azadiyê ye. 15'ê Tebaxê mizgîna azadiyê ye. Bi saya şehîdan, ev roja berxwedanê li gelemperiya Kurdistanê mîna cejnekê tê pîrozkirin."