JIN
KJK'ê ji ber koça dawî ya dayika têkoşerên azadiyê Selvî Tepe sersaxî xwest û got, "Em ê xeyalên te teqez bi azadî û wekheviyê tacîdar bikin."
Di sempozyuma ‘Jeopolîtîka Kurdistanê û Rewşa Jinan’ a li Silêmaniyê de nûnertiya jinan a di pêvajoya entegrasyonê ya li Rojava de, statuya Kurdan, perwerdehiya bi zimanê dayikê û rewşa Kurdên li dîasporayê hat nîqaşkirin.
PAJK'ê şehîd Zîlan bi bîr anî û destnîşan kir ku Tevgera Azadiyê ya li ser xeta Rêber Apo û şêwaza Zîlan têdikoşe wê ji pêvajoya 'Aştî û Civaka Demokratîk' re bibe bersiv û xwedî li xeyalên şehîdan derkeve.
Festîvala jinan a Zîlan a 21'emî li Londonê bi beşdariya bi hezaran kesî pêk hat.
YPJ'ê fermandar Zozan Denîz bi daxuyaniyekê bi bîr anî û destnîşan kir ku wê xewn û xeyalên jiyana azad mezin bikin.
Hemû Nûçe
-
-
-
-
-
-
-
'Bi saya perwerdeyê jin pêşengiya xwerêvebirinê dikin'
Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Starê Gulistan Gulo diyar kir ku bi saya xebatên perwerdehiyê jin di asta rêveberiyê de cihê xwe digire û got: "Îro bi hezaran jin di her qadekê de kar dike û erkên giran pêk tîne."
-
-
-
'Êşa jinên Êzidî êşa tevahî jinên Iraqê ye'
Siyasetmedar, rojnamevan, rewşenbîr ên jin ên ji 18 parêzgehên Iraqê bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew tevlî kampanya TAJÊ ya 'Li dijî qirkirina jinan bibe dengê xweparastinê' dibin' û gotin, "Êşa jinên Êzidî êşa tevahî jinên Iraqê ye."
-
-
Rojeva Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê xweparastin e
Endama Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê Mekiye Hiso got, bi şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re jin hîn bêhtir bi girîngiya xweparastinê hesiyan e û diyar kir, li bajarên Sûriyeyê wê giraniyê bidin ser rêxistiniyê.
-
‘Li dijî qirkirina jin bibe dengê xweparastinê’
Şevê din li ser asta Rojhilata Navîn Înîsiyatîfa Li Dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan a ji bo Ewlehî û Aştiyê, bi armanca piştgirîdayîna pêngava ku Tevgera Azadiya Jinên Êzidî li Şengalê daye destpêkirin, sempozyûma xwe ya 15’emîn lidar xist.
-
-
Jinên Kurd jî beşdarî Mîhrîcana Çandê bûn
Jinên Kurd ên beşdarî Mîhrîcana Çandên Li Dijî Nijadperestî û Faşîzmê ku li Bochumê pêk hat bûn, çanda xwe nîşan dan û pêkanînên krîmînalîzekirina dewleta Elman a li dijî Kurdan eşkere kirin.
-
-
‘Li Rojavayê Kurdistanê hebûna aboriya jinê girîng e’
Berdevka Komîteya Aboriya Jinê ya Kongra Starê Gulistan Mûrad diyar kir ku armanca wan ji aboriya jinê ew e ku jinan ji sîstema ku li ser wan hatiye ferzkirin derbixin û got, “Jin bi fikir û kesayeta xwe wê azad bibe û xwe bi xwe bi rê ve bibe.”
-
Li Qamişloyê çand û huner bi destê jinan dixemile
Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê ji bo jinan kargeha dirûtin û karên destan a bi navê Lîlîtê vekir. Çand û hunera herêmê bi destê jinên li kargehê dixebitin dixemile û çanda sedan salan tê domandin.
-
'Em ê nehêlin hûn li ser bûyerê re bigrin'
Platforma Jinan a Şahmaranê ya ku tecawiza keça 16 salî şermezar kir, diyar kir ku tecawizkar ji polîtîkayên bêcezakirinê cesaretê digirin û got, "Em ê destûrê nedin ku hûn şîdetê veşêrin û meşrû bikin."
-
-
Encamnameya 4’emîn Kongreya KJAR’ê hate eşkerekirin
KJAR’ê encamnameya 4’emîn kongreya xwe eşkere kir û got: “Bi hêvî, îdîa û heyecana ku di kongreya me ya çaremîn de derket holê, KJAR weke rêxistineke pêşeng wê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji hemû hêvî û daxwazên jinan re, bibe bersiv.”
-
-
Ji Jinên Tolhildêr li Geverê çalakî
Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navçeya Geverê ya Colemêrgê li gelek taxan çalakî kir.
-
-