JIN
KJK'ê ji ber koça dawî ya dayika têkoşerên azadiyê Selvî Tepe sersaxî xwest û got, "Em ê xeyalên te teqez bi azadî û wekheviyê tacîdar bikin."
Di sempozyuma ‘Jeopolîtîka Kurdistanê û Rewşa Jinan’ a li Silêmaniyê de nûnertiya jinan a di pêvajoya entegrasyonê ya li Rojava de, statuya Kurdan, perwerdehiya bi zimanê dayikê û rewşa Kurdên li dîasporayê hat nîqaşkirin.
PAJK'ê şehîd Zîlan bi bîr anî û destnîşan kir ku Tevgera Azadiyê ya li ser xeta Rêber Apo û şêwaza Zîlan têdikoşe wê ji pêvajoya 'Aştî û Civaka Demokratîk' re bibe bersiv û xwedî li xeyalên şehîdan derkeve.
Festîvala jinan a Zîlan a 21'emî li Londonê bi beşdariya bi hezaran kesî pêk hat.
YPJ'ê fermandar Zozan Denîz bi daxuyaniyekê bi bîr anî û destnîşan kir ku wê xewn û xeyalên jiyana azad mezin bikin.
Hemû Nûçe
-
MKG: Em ê çapemeniya azad biparêzin
MKG’ê destnîşan kir ku divê çapemeniya azad were parastin û diyar kir ku ew ê li dijî van pêkanînên bêhiqûqî bêdeng nemînin û Çapemeniya Azad biparêzin.
-
Edaleta civakî bi xweparastinê xurt bû
Endama Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku bi xweparastina jinê edaleta civakî xurt bûye û got, "Bi jin a rêxistinbûyî xweparastin hate xurtkirin."
-
-
-
-
-
-
-
-
Şehîd Zîlan hate bîranîn
Gerîlaya azadiyê Zîlan (Zeynep Kinaci) a ku sala 1996’an li Dersimê li dijî artêşa Tirk çalakiya fedayî pêk anî, di salvegera şehadeta xwe de li Çilaxa û Tirbespiyê hate bîranîn.
-
YJA Star: Meşa li ser xeta Zîlan pîvana şer û serkeftinê ye!
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê şehîd Zîlan bi bîr anî û got: “Weke hêzên YJA Starê pîvanên sereke yên şer û jiyana me, meşa li ser xeta Zîlanan e. Weke Zîlan jiyîn, weke Zîlan têkoşînkirin û çalakîkirin rêgeza me ya bingehîne.”
-
YRJ: Bibin dengê heqîqetê
YRJ'ê di salvegera 4'emîn a damezrandina xwe de bal kişand ser girîngiya xurtkirina sîstema xweparastin û birêxistinkirinê û destnîşan kir ku divê rojnamevanên jin bibin dengê heqîqetê.
-
YJA Starê Bêrîtan Nûrhak Çiya û Axîn Gabar bi bîr anîn
YJA Starê fermandar Bêrîtan û Axîn bi minetdarî bi bîr anî û destnîşan kir ku bi serxistina doza azadiya Kurdistanê û pêkanîna şoreşa jinê ew ê dilsoziya xwe ya bi herdu lehengan û hemû qehremanên Kurdistanê bi cih bînin.
-
-
-
-
PAJK: Zîlan xeta jin, jiyan û civaka azad e
PAJK'ê di salvegera 28'an a şehadeta wê de Zîlan bi bîr anî û diyar kir ku bi îrade û ruhê Zîlanan ê fedayîtiyê wê bi xurtî tevlî pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' bibin û têkoşînê li her derê bilind bikin.
-
Pêşketina jinan pêşketina civakê ye
Şama Mihemedê da diyarkirin ku dema ew fêrî zimanê Kurdî bûye xwe weke ku ji nû ve ji dayîk bûye hîs kiriye û tekez kir ku pêşketina jinan tê wateya pêşketina civakê.
-
'Em ji vegera civakê re amade ne'
Karavana Vegera Civakê piştî daxuyaniya li Chiapasê, derbasî Mexico Cityê. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Ev veger di heman demê de tê wateya dermankirina wêranî û birînên ji ber nijadperestî, faşîzm, nifret û hikûmetên rastgir derketine ho
-
-
-
Li Amedê li nava kolanê qetlîama jinan
Li navçeya Rezan a Amedê Hîlal Kar a 33 salî ji aliyê hevjînê ku bi mehra mele pê re zewiciye di nava kolanê de hat qetilkirin. Di bûyera ku polîs dereng hat de faîl bi teqsiyê reviya.
-
-
-