JIN
Hemû Nûçe
-
Jinên Suryanî piştevaniyê ji xwe re dikin esas
Yekîtiya Jinên Suryanî ku sala 2013'an ava bû, bi piştevaniya jinên Ereb, Kurd û Suryanî dixwaze li Rojhilata Navîn rêxistiniya jinê û civakê berfireh bike. -
Kongra Star: Zihniyeta AKP-MHP’ê ji bo hemû cîhanê xeterî ye
Kongra Star nerazîbûn nîşanî biryarên di Doza Kobanê de hatin dayîn, da û destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze DAÎŞ’ê jinûve zindî bike. -
‘Hunera jin bi derketina Rêber Ocalan re pêş ket’
Endama Koordînasyona Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mizgîn Çolaq destnîşan kir ku berî şoreşa Rojava jinê hunera xwe nas nedikir, lê bi derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hêza jin di qada hunerê de çêbû. -
KJK: Heta wergirtina encamê em berxwedanê mezin bikin
KJK'ê bang li tevgerên jinan û gelan kir ku xwedî li doza Kobanê derkevin û got, "Em di wê baweriyê de ne ku gelê me wê encamêng iran ên vê doza kûmpasê tine bihesibîne, çalakiyên xwe yên berxwedanê mezin bike û heta wergirtina encamê têbikoşe." -
Du aktîvîstên Kurd ên li girtîgehên Îranê dest bi greva birçîbûnê kirin
Du aktîvîstên Kurd Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî ku ji aliyê dewleta Îranê ve beriya neh mehan hatin girtin, li dijî veguhestina li girtîgeheke ser bi îstîxbaratê ve dest bi greva birçîbûnê kirin. -
Rehîngirtina Sumeyye Gok û Dînç hat şermezarkirin
TJA'yê rehîngirtina aktîvîst Sumeyye Gok û endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê M. Miraç Dînç şermezar kir. -
'Kobanê di heman demê de doza jinan e'
Ji KBG'ê Tulay Korkûtan diyar kir ku tiştên di Doza Kûmpasê ya Kobanê de ji bo jinan weke 'sûc' têne pênasekirin, wan hemû bi hev re kirine û got, "Ev doz doza me ye, ya ku dixwazin darizînin têkoşîna me ya hevpar e." -
Komîteya Perwerdeyê ya KJK’ê: Ziman hebûn e, hebûna xwe biparêzin!
Komîteya Perwerdeyê ya KJK’ê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî peyamek weşand û bang li civakê kir ku bi pêşengiya dayik û jinan Kurdî bikin zimanê jiyanê. -
Jinan zêdetirî 450 nameyên 'Îmraliyê' ji CPT'ê re şandin
Endamên meclîsên jinan ên li Maînz, Wîesbaden û Bîngenê xebatên xwe dimeşînin, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dehan name ji CPT’ê re şandin. -
Li Dihokê cenazeyek hat dîtin
Cenazeyê jinek ciwan di robarê Dêrelok a ser bi navçeya Amêdiyê de, hate dîtin. -
Meclisa Jinan a DBP'ê: Çalakiyên me wê heta azadiya Abdullah Ocalan dewam bike
Berdevka Meclisa Jinan a DBP'ê Bêrîvan Bahçecî got, "Çalakiyên me wê heta azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan dewam bike" û berxwedana girtiyan silav kir. -
TJK-E: Ji bo azadiya Rêber Apo di 15'ê Gulanê de li Strasbourgê bin!
TJK-E’yê banga tevlîbûna çalakiya ku wê di 15'ê Gulanê de li Strasboûrgê were li darxistin, kir û got: ‘’Roj roja seferberiya azadiya Rêber Apo û piştevaniya gerîlayên têkoşer e.’’ -
Festîvala 18'emîn a Zîlan îsal di 15'ê Hezîranê de tê lidarxistin
Festîvala jinan a Zîlan ku îsal cara 18'emîn tê lidarxistin, wê di 15'ê Hezîranê de li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê pêk were. -
Dayikên Aştiyê: Diyariya herî mezin a ji bo dayikan aştî ye
Dayikên Aştiyê bi wesîleya Roja Dayikan çalakî lidar xistin û diyar kirin ku diyariya herî mezin a ji wan re bê dayin aştî ye. -
TJA: Ji bo gelê Kurd jin û dayik bingehê civakbûnê ne
Tevgera Jinên Azad (TJA) di Roja Dayikan de daxuyanî da û bal kişand ser girîngiya rolê dayikan a di nava civakê de. -
Bi pêşengiya TekoJIN’ê ji bo Abdullah Ocalan meşiyan
Jinên ciwan li Stûttgartê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku 3 sal in agahî jê nayê girtin, bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî, serbixe azad" meş li dar xistin. -
Cenazeyê Dayika Aştiyê Ferîde Karsû hat veşartin
Cenazeyê Dayika Aştiyê Ferîde Karsû ya 71 salî li Farqînê hat veşartin. Jiyana Dayika Ferîde bi têkoşînê derbas bû. -
Êşkenceya li Girtîgeha Şakranê hate protestokirin
Bi pêşengiya TJA’yê, êşkenceya li dijî Sedanûr Ûgûr û Sîbel Orkmez ên li Girtîgeha Şakranê tên ragirtin, hate protestokirin. -
Jinên Efrînî bi rêya çandiniyê mîrateya xwe li koçberiyê jî diparêzin
Fela Îbrahîm, di nava baxçeyekî biçûk ê mala xwe de bi hêviya vegera li mala xwe ya li Efrînê, çandiniyê dike. -
Êşkenceya li dijî 2 girtiyên jin hat protestokirin
Jinan ji bo piştgiriya Sedanûr Ûgûr û Sîbel Orkmez ên bi sorkirina gardiyanan li Girtîgeha Jinan a Şakranê rastî êrîşa girtiyên edlî hatin ji ber deriyê girtîgehê bang kirin. -
YE’yê qanûna têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan qebûl kir
Dewletên endamên Yekîtiya Ewropayê ji ber ku li ser pênaseyek hevpar li hev nekirin, yekem qanûnên Ewropayê yên ku tecawizê ji holê radike û têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê armanc dike qebûl kirin. -
Li Qamişloyê meşa jinan a li dijî tecrîdê
Li Qamişloyê jin li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. -
Bîlançoya meha Nîsanê: 10 rojnameger hatin binçavkirin
MKG'ê ragihand ku êrîşên li ser çapemeniya azad dewam dikin û diyar kir ku di meha Nîsanê de 10 rojnameger hatin binçavkirin. -
Du jinên ku di protestoyên ji bo Wanê hatin girtin li qawîşa edlî rastî êrîşê hatin
Li Îzmîrê du jinên ku di çalakiyên protesto yên ji bo Wanê de hatin girtin di qawîşa edlî de rastî êrîşê hatin. Hat zanîn ku di dema êrîşê de gardiyanan bi ken li êrîşê temaşe kirine. -
Di Nîsanê de herî kêm 30 jin hatin qetilkirin
JINNEWS'ê rapora li ser tundiya li jinê ya meha Nîsanê eşkere kir. Li gorî raporê di meha Nîsanê de herî kêm 30 jin û 2 zarok hatin qetilkirin, 15 jin û zarokek bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan.