JIN
Li Kurdistanê gelek bûyerên destdirêjî û destavêtinê qewimîn ku kiryarên wan wezîfedarên dewletê bûn. Piraniya van dosyayên çûn ber destê dadgeriyê bêceza bi encam bûn, kiryaran wezîfeya xwe dewam kirin. Bûyer bi giranî li Mêrdîn û Wanê qewimîn.
20’emîn Festîvala Jinan a Şehîd Zîlan bi beşdariya bi hezaran jinan hat lidarxistin. Di festîvala ku bi coş berdewam kir de bang hat kirin ku statûya qanûnî ya Rêber Apo bê diyarkirin û gavên qanûnî bên avêtin.
Koordînasyona KJK’ê ji 20’emîn Festîvala Şehîd Zîlan re peyam şand û got, “Wezîfeya me ya sereke û nebe nabe, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Encex em dikarin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.”
Berdevaka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû anî ziman ku divê desthilat ji bo pêvajoyê qanûnên pêwîst derxe û got em ê civaka demokratîk bi pêşengiya jinan ava bikin.
Li berdevka berê ya demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hate birîn û biryar hate dayin ku girtî bimîne.
Hemû Nûçe
-
-
-
-
'Em wan jinên berxwedanê mezin dikin, silav dikin'
Jinên endamên BÎGK ên bi dirûşma "Em ne alîgirê şer in, em alîgirê aştiyê ne" ji gelek bajarên Tirkiyeyê hatin, xwe gihandin jinên Amedî. Jinan bi yek dengî daxwaza aştiyê bilêv kirin û nerazîbûn nîşanî polîtîkayên şer ên dewleta AKP'ê dan.
-
-
-
Jin ji bo aştiyê li Amedê ne
Jinên ji gelek bajaran bi dirûşma "Em ne li gel mirinê, li gel jiyanê ne û em mafê xwe yê heqîqetê diparêzin" bi rê ketin, gihîştin Amedê.
-
Desteya Jinên Sûriyeya Azad ava bû
Di encama Konferansa Jinên Sûriyeya Demokratîk a duh li Rojavayê Kurdistanê bajarê Dêrikê hat lidarxistin de, Desteya Jinên Sûriyeya Azad ava bû. Desteyê bang li hemû jinan kir, ku bi awayekî aktîf tevlî pêvajoya siyasî û çareseriyê bibin.
-
Çalakiya dayikan a li NY dewam dike
Meclîsa Dayikên Aştiyê, greva birçîbûnê ya li avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) didomîne. Dayikên Aştiyê dixwazin birîndarên li Cizîrê derhal sewqî nexweşxaneyê bên kirin.
-
-
-
-
-
-
-
YPS-Jin Gever jî hat îlankirin
Li Colemêrgê yek ji cihên ku îradeya xwerêveberiya gel lê pêşketiye, jin ji bo li hember êrîşên hêzên dewleta Tirk erka xweparastinê pêk bînin YPS-Jin îlan kirin.
-
Çelebî: Rojhilat û Rojava divê li dijî fermana Qesrê bibin yek
Berdevka SKM Fadîme Çelebî diyar kir, ew ê hîn bi xurtî xwerêveberî û aştiyê ji jinên li Rojavayê welêt re vebêjin û got, "Di navbera jinên Kurd û jinên li rojava de em ê bibin pirek. Ji ber ku divê Rojhilat û Rojava li dijî fermana Qesrê bibin yek."
-
Cansiz, Dogan û Şaylemez li Parîsê hatin bîranîn
Ji bo jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin, li pêşiya avahiya Parlamentoya Fransa çalakî li dar xistin, daxwaza edaletê kirin.
-
'Ji bo aştî û heqîqetê em ê li Amedê li hev bicivin'
Li dijî şerê dewleta Tirk, ku bi komkujiya Pirsûsê re di 20'ê Tîrmehê de da destpêkirin, jin bi rojane ji bo 'aştiyê' li kolanan nobedê digirin. Jin wê ji bo 'aştî û mafê heqîqetê' di 6'ê Sibatê de li Amedê bin.
-
-
Li Dûma civîna hevpar a jinên Kurd û Rûs
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li Rûsyayê û Partiya Rûsya ya Dadwer, li Dûma'yê bi serevanê "Di şerên herêmî de rola jinan" civîneke hevpar hat lidarxistin. Di civînê de gelek parlamenter û jin amade bûn.
-
-
-
Li Parîsê Komuna Jinê ya Arîn Mîrkan hat îlankirin
Jinên Kurdistanî yên li bajarê Les Mûreaûx ê li nêzî Parîsê dijîn, Komuna Jinê ya Arîn Mîrkan ragihandin. Di civîna ragihandina komunê de mirovên di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn.
-