JIN
Li berdevka berê ya demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hate birîn û biryar hate dayin ku girtî bimîne.
Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanyayê (YJK-E) ji bo Festîvala Çandê ya Jinan a Zîlan a 20'emîn bang li jinên Kurd, bi taybetî jî jinên ciwan, dayik û dostan ên li Elmanya, Hollanda û Belçîkayê kir ku tevlî bibin.
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), ji bo 20’emîn Festîvala Jinan a Zîlan ku dê li bajarê Dortmund ê Elmanyayê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
Komeleya Jinan a Starê li dijî tundî û qirkirina jinan meşiyan û banga dawîanîna polîtîkaya bûcezatiyê, lêpirsîna bi bandor û parastinê kir.
Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) diyar kir ku wê bi dirûşmeya "Em Hemû YPJ ne" tevlî Greva Jinan a 14’ê Hezîranê bibe û piştgiriyê bide YPJ'ê.
Hemû Nûçe
-
RJAK, TAJÊ û MJÎ 8’ê Adarê pîroz kirin-NÛ BÛ
Endamên Rêxistina Jinên Azad a Kurdistan (RJAK), Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Meclîsa Jinên Îştar (MJÎ) bi daxuyaniyekê ya li pêşberî nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir.
-
Guven: Em gelekî nêzî serketinê ne
Gelek rêxistinên jinan ên li Stenbolê ji bo Leyla Guven li hev civiyan. Guven peyamek şand ji civînê re û got, "Bedena min tehdeyê li min bike jî mejiyê min moralê dide min. Em nêzî serketinê ne."
-
Çalakiyên 8'ê Adarê yên li Wanê dest pê kirin
TJA'yê û Meclîsa Jinan a HDP'ê, bernameya xwe ya çalakiyan a ji bo 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê amade kiribûn, bi raya giştî re parve kirin. 8'ê Adarê wê li Parka Mûsa Anter bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP'ê mîtînga fînalê pêk were.
-
Plansaziya 8'ê Adarê ya TJK-E'yê
TJK-E'yê got, "Em bang li jinan hemûyan dikin ku 8'ê Adarê li dora berxwedana grevên birçîbûnê bigihijin hev" û plansaziya xwe ya çalakiyê ragihand.
-
-
-
-
-
-
-
Jin li Viyanayê daketin qadan
Çalakiyên piştevaniyê yên ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê didomin. Li Viyanayê, jinên Kurd çalakiyeke bi zincîrê pêk anîn.
-
Meclîsa Jinan a Marsîlya piştgirî dan grevê
Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan a Marsîlya ji bo piştevaniya bi berxwedêrên grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Ocalan re bikin, li dijî bêdengiyê çalakiya ‘dengê xwe bilind bike’ pêk anîn.
-
Li Goteborgê Komîna Jinan a Sema hate avakirin
Li bajarê Goteborgê yê Swêdê Însyatîfa Jinan yekemîn kongreya xwe lidar xist û Komîna Jinan a Sema ava kir. Ji bo bîranîna Fatoş Saglamgoz (Sema) Pirtûkxaneya Şehîd Sema hate vekirin.
-
TJK-E: Sibê em berê xwe bidin Brûkselê
TJK-E Ewropa, tecrîd şermezar kir, grevên birçîbûnê silav kir û li dijî bêdengiya saziyên Ewropî helwest nîşan da. TJK-E bang kir ku her kes tevlî meşa sibe ya li Brûkselê bibe.
-
-
-
-
-
-
HDP û TJA’yê starta 8’ê Adarê da
Meclîsa Jinan a HDP’ê û aktivîstên TJA’yê bi daxuyaniyeke çapemeniyê starta çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê da. HDP û TJA’yê banga tevlîbûnê mîtînga 3’ê Adarê ya li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê kir.
-
-
-
Hunermendên jin çûn serdana Guven
Jinên ku di nava wan de şanoger, hunermend û sînemager hebûn, çûn serdana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku 104 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye.
-
-
Jinên Fransayê ew ê li dijî tecrîdê bimeşin
Li Fransayê Kolektîfa Neteweyî ya Mafên Jinan a ku gelek komele, sendîka û partiyên siyasî yên çepgir di nava wê de hene, wê li hemberî polîtîkaya tecrîd û qirkirinê ya dewleta Tirk di 20’ê Sibatê de bimeşin.