JIN
Hemû Nûçe
-
TAJÊ 8’ê Adarê li tevayî jinên azadîxwaz pîroz kir
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li tevayî jinên azadîxwaz pîroz kir. -
Ji bo Leyla Guven name ji Parlamenta Ewropayê re hate şandin
Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakî tên lidarxistin, daxuyanî tên dayin û rapor tên eşkerekirin. Jinan ji jinên di greva birçîbûnê de name şandin, her wiha ji bo Leyla Guven kart şandin ji Meclîsê û Parlamenta Ewropayê re. -
Girtiyên jin ê di Girtîgeha Gebzê de ji bo 8’ê Adarê name şandin
Girtiyên jin ên PKK û PAJK’ê yên di Girtîgeha Gebzeyê de di greva birçîbûnê de ne, ji bo 8’ê Adarê name şandin. -
Li Elmanyayê 8'ê Adarê li dehan bajaran jin wê derkevin kolanan
Li Elmanyayê ji ber 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li dehan bajaran wê jin li kolanan bin. YJK-E'yê bang li jinan kir ku bi rengekî xurt xwe tevlî nav çalakiyan bikin. -
Dîcle Xabûr: Dem hatiye ku em konfederasyona jinan ava bikin
Endama Koordînasyona KJK'ê Dîcle Xabûr bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê axivî û got, "Ji bo me jinan dem hatiye ku em konfederasyona xwe ava bikin. Em ê bi vî rengî bi ser bikevin û bibin yek." -
Gerîlayên jin li ser berxwedana greva birçîbûnê helbest nivîsîn
Gerîlayên Jin, li ser berxwedana greva birçîbûnê ya Leyla Guven û bi sedan berxwedêrî helbest nivîsîn û xwendin. -
Li Misriçê jin di şahiya 8’ê Adarê de li hev civiyan
HDP’yiyên di pîrozbahiya 8’ê Adarê ya li navçeya Misriç a Sêrtê de hatin ba hev, gotin: “Jin ne tenê dayik, heman demê aştî, berxwedan, serhildan, şoreş e. Têkoşîna jinan bi teqez wê serketinê bîne.” -
Komalên Jinên Ciwan: 8'ê Adarê em bi serhildanê pêşwazî bikin
Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan, bal kişande ser berxwedana li dijî tecrîdê û got, ''Îsal, 8'ê Adarê divê bi giyanê serhildanê were pêşwazîkirin. Li kuçeyan, meydanan, qadên çalakiyê divê serhildanên mezin rûbidin.'' -
KJK: Berxwedana jinê rê li ber azadiyê vedike
KJK: Ruhê serdemê geşkirina têkoşîna azadiyê li me ferz dike. Ji bo me pêwîstiyeke dîrokî ye ku em vê sedsalê bikin sedsala jinê, ji xwe derfetên vê jî hene. Werin em ji bo vê bibin yek. Jinên li gelemperiya cîhanê em rabin ser piyan. -
Berxwedêrên çiyê ji jinên dîlgirtî re name şandin
Bi wesîleya 8’ê Adarê, berxwedêrên çiyê ji jinên dîlgirtî re name şandin û gotin, “Em, tecrîda desthiladariya faşîst a AKP-MHP’ê ku dixwaze bike rewşeke asayî napejirînin û jiyanê ji nû de dihonin.” -
Yaman: Ez ji bo zarokên me bûm namzet
Namzeta HDP'ê ya Hevşaredariya Qilabanê Ferîde Yaman got, "Dema ku li ser paşeroja zarokên xwe fikirîm, min cihê xwe di nava siyasetê de girt. Ez dixwazim bi rêya partiya xwe kêmasiyan biguherînim." -
Dayik Koç: Bi rabûna tecrîdê re hesreta min a 30 salan wê biqede
Mîhrîban Koç (88) dayika Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç ku li Strasboûrgê di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku 30 sal in wê kurê xwe nedîtiye û got, "Dema ku tecrîd bi dawî bû hesreta min jî wê bi dawî bibe." -
KBDH: Faşîzm wê destê jinan hilweşe
KBDH'ê li ser 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek da û diyar kir, "Faşîzm ku desthilatdariya mêr e wê ji aliyê jinan ve bê hilweşandin û 8'ê Adarê wê bibe roja hesabpirsîna ji faşîzmê." -
Sîsê Bîngol a 85 salî hate berdan
Sîsê Bîngol a 85 salî ya ku hatibû girtin, îro hate berdan. Tekana peyama Bîngolê, aştî bû. -
Li Tîcînoyê di çalakiya 8’ê Adarê de Guven hate silavkirin
Di çalakiya 8’ê Adarê ya li kantona Swîsre Tîcînoyê Leyla Guven û çalakgerên grevên birçîbûnê hatin silav kirin. -
8'ê Adarê reng û dengê biharê ye
"Bi ruhê berxwedana Rêber APO, em ê 8'ê Adarê pêşwazî bikin. Rêber APO, roja 8'ê Adarê bîrdoziya jinên berxwedêr îlan kir û bi wî ruhî divê em dakevin qadên berxwedanê. Berxwedana jinan dikare faşîzma Erdogan û ya hevalbedê wî têk bibe." -
TJK-E: Dilê jinan ên cîhanê li Kurdistanê lê dide!
TJK-E'yê diyar kir, jin salekê qet bêdeng nebûn, li her devera dinyayê rabû ser piyan û destnîşan kir, "Îro dilê jinan li Kurdistanê lê dide." Di daxuyaniyê de ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê bang hate kirin. -
'Jin mizgîniya biharê didin'
Hejmara Adarê ya rojnameya Newaya Jin derket ku ji sala 2005'an û vir ve li Ewropayê bi mehane tê weşandin. -
Li Bakirkoyê bi hezaran jin dengê xwe ji bo grevên birçîbûnê kiri
Li Stenbolê bi pêşengiya Platforma Jinan a 8'ê Adarê bi hezaran jin li Bakirkoyê hatin cem, peyama, ''Li dijî krîzê, tundiyê, şer hêza me yekîtiya me ye''. Di çalakiyê de çalakgerên grevên birçîbûnê hatin slavkirin. -
Ararat: Tarîtî wê bi berxwedanê bi dawî bibe
Endama PAJK'ê Evîndar Ararat diyar kir ku bi pêşengiya jinên Kurd berxwedaneke mezin heye û got, "Tarîtî wê bi hêza berxwedanê bi dawî bibe. Jinên Kurd di şerê dijî DAÎŞ'ê de ev yek nîşan dan." -
Meclîsa Jinan a Çîçek Botan kongreya xwe pêk anî
Meclîsa Jinan a Çîçek Botan a li herêma Evry a Parîs, kongreya xwe pêk anî. Di meclîsê de ku ji 5 komîsyonan pêk tê, 31 jin cih digirin. -
Jinan serdana Leyla Guven kirin
Wekîlên HDP’yî û Komeleya Jinan a Rosa serdana Leyla Guven a ev 115 roj in di grevê de ye kirin. -
Firat: Rêber Apo ji bo me meseleya manûnemanê ye
Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Besta Firat şevê din mêhvana bernameya Rojeva Jin a Stêrk Tv, axivî û got, ''Çalakiya ku girtiyan daye destpêkrin, peyama berxwedanê ye, ji bo bi milyonan kesên li derve''. -
Endama KJK’ê Ayten Amed: Bi berxwedana Leyla Guven dakevin qadan
Endama Rêveberiya KJK’ê Ayten Amed têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê diyar kir ku divê hemû jin bi berxwedana Leyla Guven û giyanê Şêladizê dakevin qadan. -
Nîna Ehmedî ya li ber mirinê peyam da berxwedêrên grevan
Nîna Ehmedî ya ji Rojhilatê Kurdistanê ye ku li nexweşxaneyeke ya Evûstûryayê ji nexweşiya penceşêrê tê dermankirin ji bo Leyla Guven û hevrêyên wê peyemeke bi dîmen şand. Ehmedî got: “Baweriya min bi wan heye”.