JIN
Hemû Nûçe
-
Li Tubîngenê jinan tecrîd û êrîşên dagirkeriyê protesto kirin
Li Tubîngenê bi pêşengiya Tevgera Jinan a Kurd a Elmanyayê, tecrîd û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hate protestokirin. -
Dayikên Şemiyê ji bo rewşenbîrên Ermenî yên hatin qetilkirin daxuyanî dan
Dayikên Şemiyê li aqûbeta rewşenbîrên Ermenî yên piştî ku di Qirkirina Ermeniyan de hatin destgîrkirin û piştre êdî ti agahiyek jê nehatin girtin, pirsîn û got: “Qirkirin didome.” -
Pankarta li avahiya HDP'ê: Em dest ji Peymana Stenbolê bernadin!
Rêxistina HDP'ê ya Êlihê pankartek bi avahiya xwe ve kir û bal kişand ser komkujiyên jinan û Peymana Stenbolê. -
Li Afyonkarahîsarê jinek hate kuştin
Li gundê Çîgîltepe ya Sandikliya Afyonkarahîsarê jina bi navê Fîlîz G. ji aliyê xezûrê xwe Nûrettîn -
Rojnamevanên jin kevneşopiya çapemeniya Kurd pîroz kirin
Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê, salvegera 123'an a çapemeniya Kurd pîroz kirin û gotin, "Bi biryardariya wê yekê ku sedsala 21'ê bikin serdama azad a jinê, em ê rêwîtiya xwe dewam bikin." -
Li Kolnê jinan name şandin ji NY’ê re
Jinên li bajarê Koln a Almanyayê dijîn, bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan name şandin ji Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Antîno Gûterres re. -
Malpera Jinnews di nava 24 saetan de 2 care hate astengkirin
Malpera înternetê ya Jinnews a ‘jinnews20.xyz’ weşan dikir, ji aliyê 2’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Amedê ve hate astengkirin. Li gel vê biryarê Jinnews bû 22 care tê astengkirin. -
'Tirkiye nikare bi biryarnameyekê ji Peymana Stenbolê vekişe'
Hevseroka Şaxê Amedê ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Ozum Vûrgûn bang li jinan hemûyan kir ku xwedî li Peymana Stenbolê derkevin. -
Dayika Aştiyê Sonmez rehmet kir
Dayika Aştiyê Hanim Sonmez a bi salan e ku têkoşîna demokrasiyê dida, rehmet kir. Cenazeyê Sonmez wê ji aliyê malbatê ve li Tarsûsê bê definkirin. -
Nobeda li pêşiya ‘Mala Rêbertiyê’ ya Kongreya Star di roja 2’an de ye
Çalakiya nobedê ya Kongeya Star a piştî êrîşa dewleta Tirka li ser mala li gundê Elpelûr a Kobanê ku demekê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê mabû û şûnde, dabû destpêkirin di roja 2’an de didome. -
Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê: Li dijî tecrîdê em her cihî bikin qada çalakiyê!
Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li dijî tecrîda li Îmraliyê çalakî li dar xist û bang li Kurdistaniyan kir ku her derê bikin qada çalakiyê. -
Li dijî tundiya li jinê ya li Swêdê daxwaza tedbîran hate kirin
Li Swêdê tundiya li jinê zêde bû û di nava sê hefteyên dawî de pênc jin hatin qetilkirin. Siyasetmedar û rêxistinên jinan nerazîbûn nîşanî vê yekê dan û ji bo rawestandina tundiya li jinê daxwaza tedbîran kirin. -
Li Sêwasê jineke 60 salî hate kuştin
Li Sêwasê mêrê bi navê Rahmî Parlak, jina bi navê Mevlûde Parlak bi kuşt. -
Vekişîna Tirkiyeyê ya ji Peymana Stenbolê li Osloyê hate protestokirin
Li Osloyê ya ku paytexta Norweçê ye vekişîna Tirkiyeyê ya ji Peymana Stenbolê hate protestokirin. -
Li Evryê çalakiya ‘Peymana Stenbolê dide jiyîn’
Bi meş û mitîngekê li bajarê Evry a Fransayê, vekişîna Tirkiyeyê ya ji Peymana Stenbolê hate protestokirin. -
Li aqûbeta Keremoglû yê ji aliyê JÎTEM’ê ve hatibû revandin pirsîn
Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Kadîr Keremoglû yê 75 salî ku berî 26 salan ji aliyê JÎTEM’ê ve hatibû revandin û piştî ji malbatê fîdye xwestibû ew qetil kiribû, pirsîn. -
TJK-E: Ji bo darezandina dîktator Erdogan me 235 hezar û 727 îmze kom kirin
TJK-E: Li gel dosyaya ku sûcên dîktator Erdogan li xwe digire, ji bo darezandina Erdogan; me bi 235 hezar û 727 îmez serî li NY û saziyên navneteweyî yên pêwîst daye. -
Êşkenceya psîkolojîk li destgîrkiriyan dikin
Hevseroka OHD'ê ya Şûbeya Amedê Prz. Ozum Vurgun diyar kir polîs êşkenceya psîkolojîk li jinên Kurd ên destgîrkirî dikin û pirsên ne têkilî dosyayê ji wan dikin. -
Nûnerên jin ên HDP'î bi endamên Komîteya Jinê ya Tifaqa Sor-Kesk re axivîn
Komîsyona Dîplomasiyê ya Jinê ya HDP'ê, bi endamên Komîteya Jinê ya Tifaqa Sor-Kesk re civîneke online li dar xist. -
9 rêxistinên jinan piştevaniya xwe ji bo Hulya Alokmen nîşan dan
9 rêxistinên jinan destgîrkirin û bi 10 sal û 6 mehan cezakirina Hevseroka HDP'ê ya Amedê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Hûn ne Hulya Alokmen û ne jî me jinan bi zext, destgîrkirin û girtinan nikarin çavtirsandî bikin.'' -
Hevseroka HDP’ê ya Amedê Alokmen destgîr kirin
Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Ûyanik a di derbarê wê de biryara girtinê hatibû derxistin, hate destgîrkirin. -
Şandina nameyan a ji bo azadiya Ocalan didomin
Çalakiya şandina nameyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Sekreterê Giştî ya NY’yê Antonîo Gûteres tê şandin, dewam dike. -
Li Semsûnê mêrekî hevjîna xwe qetil kir
Li Salipazari a Samsûnê mêrekî hevjîna xwe qetil kir. -
HDP li Îzmîrê çû serdana jinên karker
Meclîsa Jinan a HDP’ê li Îzmîrê çû serdana jinên ku li ser erebokan tiştan difiroşin û nan lêdixin. Meclîsa Jinan a HDP’ê li pirsgirêkên jinan guhdarî kir. -
Nergîz: Jin wê dev ji Peymana Stenbolê bernedin
Hevşaredara Nisêbînê û Parêzer Semîre Nergîz a destnîşan kir ku Peymana Stenbolê nexşereyeke têkoşînê ye ya li dijî tundiya li jinan tê kirine. Semîre Nergîz diyar kir ku ew betalkirina peymanê qebûl nakin.