JIN
Hemû Nûçe
-
Li Misrê êrîşkariya zayendî sûc e
Meclîsa Nûneran a Misrê, sererastkirineke ku êrîşkariya zayendî ya li jinan weke sûc dibîne erê kir. -
Ji Bîanetê 'Çeteleya Tundiya Mêr' meha hezîranê
Li gorî bîlançoya ku Bîanetê ji rojname û sîteyên nûçeyan û ajansên xwecih û giştî hazir kirî hezîranê bi kêmanî 24 jin û sê zarok ji hêla mêran ve hate kuştin. -
Dayika Aştiyê Şehrîban Tûnç jiyana xwe ji dest da
Dayika Aştiyê Şehrîban Tûnç ku li gundekî navçeya Çelîkhan a Semsûrê dima, ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da. -
Li Kanîreşê jinek bi rengekî biguman mir
Li gundê Kerran ê bi ser navçeya Kanîreşê ve Kader Yaprak bi rengî biguman jiyana xwe ji dest da. Hate îdiakirin ku Yaprak bi çeka cerdevanan dawî li jiyana xwe aniye. -
Li Rojhilatê Kurdistanê şanogereke jin xwe kuşt
Hate ragihandin ku li bajarê Ûrmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê jinek hunermend ya beşa şanogeriyê duh xwe kuştiye. -
Li Êlihê dayikan tecrîd protesto kirin
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê ligel ku polîsan asteng kir jî berxwedana zindanan silav kirin û tecrîd protesto kirin. -
TJK-E’yê banga xwedîderketinê li KCDK-E’yê kir
TJK-E ya nerazîbûna nîşanî astengkirina kongreya KCDK-E’yê da got: “Banga têkoşîna hevpar a li dijî vê êrîşa li ser KCDK-E’yê hatî destpêkirin, dikin.” -
Ji bo azadiya Ocalan li Swîsre stand danîn
Jinan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Aaraû ya Swîsreyê standa agahdarkirinê danî. -
Li Mêrdînê operasyona qirkirina siyasî: 2 jin hatin girtin
Ji 11 jinên 6’ê Tîrmehê di operasyonên qirkirina siyasî ya li Mêrdînê de hatibûn destgîrkirin, 2 jê hatin girtin. -
Kongreya Star: Têkoşîna jinên Efgan têkoşîna me ye
Kongreya Star çalakî û rêxistiniya jinên Efgan a li dijî metirsiya Talîbanê silav kir û got, "Têkoşîna jinên Efgan têkoşîna me ye." -
Li Spanyayê di têkoşîna dijî destavêtinê de gaveke nû hate avêtin
Hikumeta çep a Spanyayê di têkoşîna dijî destavêtinê de gaveke nû avêt. -
Jinên li Rojava daketin qadan li dijî qetilkirina jin û zarokan çalakî kirin
Jinên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî qetilkirina jin û zarokan daketin qadan, daxwaz kirin ku qatil bên cezakirin. -
Li Enqerê dayik û du pitikên xwe hatin kuştin
Li Madimak a Enqerê kesa bi navê Oznûr Aydin keça xwe û du neviyên xwe bi çekê kuşt. -
Kongreya Star daxwaz kir ku qatil bên cezakirin
Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, qetilkirina jinan şermezar kir û diyar kir ku divê qatil di asta herî jor de bê cezakirin. -
Bûldan: Jin wê AKP-MHP’ê fesîh bikin!
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku polîtîkaya şer a AKP-MHP’ê rê li ber hilweşîna aboriyê vekir û got: “Jin wê AKP-MHP’ê fesîh bikin.” -
Li bajarê Kirmaşanê keçek 16 salî hate qetilkirin
Hate ragihandin ku li bajarê Kirmanşanê yê Rojhilatê Kurdistanê keçeke 16 salî ji aliyê bavê xwe ve hate qetilkirin. -
Li Hewlêrê jinek hate kuştin
Li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê jina bi navê Ayşe Sezaî ji aliyê hevjînê xwe Nevzat Sezaî hate kuştin. -
Li Tokatê mêrekî 3 jin birîndar kir
Li Nîksarê mêrê bi navê E.K. hevjîna xwe ya berê E.Y., dayik û xaltîka wê bi kêran birîndar kir. -
Kuştina zaroka 13 salî hate şermezarkirin
Li Minbîc, Heleb û Tirbespiyê kuştina zaroka 13 salî ya bi navê Eyde El Seîdo şermezar kirin. -
Dayikên Aştiyê ji bo çalakiya 10'ê Tîrmehê banga tevlîbûnê kir
Dayikên Aştiyê yên Êlihê gotin, "Em bibin dengê girtiyan, tecrîdê bi dawî bikin" û ji bo çalakiyên 10'ê Tîrmehê banga tevlîbûnê kirin. -
'Kêmkirina ceza bêcezahiştin e'
Endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê parêzer Rozerîn Arslan bal kişand ser zêdebûna komkujiyên jinan û got, 'kêmkirina ceza ya bi îdîaya tehrîkê', bêcezahiştin û teşwîq e. -
Jinnews: Meha Hezîranê 26 jin hatin qetilkirin
Jinnewsê ragihand ku meha Hezîranê 26 jin hatin qetilkirin û 17 jin jî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan. -
Li Parîsê Festîvala Rojbînê hat lidarxistin
Li Parîsê ‘Festîvala Jinan a Fîdan Dogan (Rojbîn) a 4’emîn’ hate lidarxistin. -
Meclîsa Jinan a HDP’ê bi hunermend û şanogeran re rûnişt
Meclîsa Jinan a HDP’ê di çarçoveya ‘Kampanyaya edaletê ya ji bo Jinan’ bi hunermed û şanogeran re rûnişt. -
Dayika Ay li hestiyê kurê xwe digere
Dayika Raziye Ay li aqûbeta Aydin ê sala 1993’an hate windakirin prsî û got: “Li hestiyên wî digerim. Çima hestiyê wî nayê dîtin? Çima evqas sal, roj hestiyên me nadin me.”