JIN
Hemû Nûçe
-
Li gelek welatan qetilkirina Jîna Emînî hate protestokirin
Ji Los Angelesê heta Bêyrûdê ji Madrîdê heta Atînayê li hemû kolanên dinyayê, piştgiriya berxwedana li Îran û Rojhilat hate kirin. -
Jinan berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê silav kir
Jinên ku li Elmanyayê qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ji aliyê rejîma Îranê ve protesto kirin û berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam e silav kirin. -
Wêneyê Jîna Emînî bi Sûrên Amedê ve daliqandin
Jinan pankarta ku wêneyê Jîna Emînî li ser, bi sûrên Amedê ve daliqand û jinên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li ber xwe didin silav kirin. -
Sal û 6 meh ceza li nûçegihana JINNEWS‘ê hat birîn
Ji ber parvekirinên li ser medyaya dijîtal, bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" sal û 6 meh û 27 roj cezayê girtîgehê li nûçegihana JINNEWS'ê Rabîa Onverê hat birîn. -
TJK-E: Dema mezinkirina berxwedanê ye
TJK-E'yê ji bo çalakiyên sibe (24 Îlonê) yên li Ewropayê ji bo Jîna Emînî û xelkê Rojhilatê Kurdistanê bêne lidarxistin banga tevlîbûnê kir. TJK-E'yê got, "Dem dema mezinkirina vê berxwedanê ye." -
PAJK: Em bi şoreşa jinê ya li Îranê re bibin yek û çalakiyan geş bikin
Koordînasyona PAJK'ê: Em bang li jinan û gelê xwe yên li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat dikin, ku bi şoreşa jinê ya li Îranê re bibin yek û çalakiyan geş bikin. -
Nivîskarê Morîtanyayî: Jin a Kurd sembola jiyana azad e
Nivîskarê Morîtanyayî yê ciwan Mihemed Elemîn diyar kir ku jin a Kurd sembola jiyana azad e û got, "Ti hevok nikarin lehengiya jina Kurd a ku ji kaniya fikrê Ocalan vexwariyê, şîrove bike." -
Kemanger: Jin bi zanebûn û têgihiştî li dijî sîstema Îranê serî hildidin
Berpirsyara Dîplomasiyê ya KJAR’ê Rozerîn Kemanger diyar kir, ku eger sîstema Îranê li her derê bi ser jinê de tê, jin jî wê her tax û kolanê bike qada têkoşîn û serhildanê. -
Jin li qadan in: Em qîrîna Jîna Emînî ne
Jinên Kurd li bajarê Basel û Aaraûyê daketin qadan û qetilkirina Jîna Emînî ku li Tehranê bi hinceta ku pora wê xuya dike, ji hêla “polîsên exlaqê” yên rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin, protesto kirin û gotin: “Em qîrîna Jîna Emînî ne.“ -
YJK-E: Li dijî qirkirina jinan di 23-24’ê Îlonê de dakevin qadan
YJK-E’yê banga xwedî derketina li çalakiyên ku wê 23-24’ê Îlonê li dijî polîtîkayên qirkirina jinan li bajarên Elmanyayê organîze bikin, kir û got: “Em bibin dengê Anûş û Cansûyê.“ Tevgerê roj û cih û dema çalakiyan jî eşkere kirin. -
Jinan polîtîkayên qirkirinê yên Îranê protesto kirin
Jinên Kurd, Faris û Elman ên li Darmstadtê hatin ba hev, polîtîkayên qirkirinê yên Îranê protesto kirin, hin jinan ji bo silavkirina jinên li Rojhilat û Îranê li ber xwe didin porê xwe jê kirin û hîcabên xwe şewitandin. -
JKŞ’ê serhildana li Rojhilat silav kir
JKŞ’ê bi daxuyaniyek nivîskî serhildana li Rojhilatê Kurdistanê silav kir û got: “Em mezinkirina vê tevgera gel a bi pêşengiya jinan, rejîma Îranê dike armanc ji xwe re wek erk dibînin.“ -
Li Bakurê Kurdistanê jin ji bo Jîna Emînî daketin qadan
Li Bakurê Kurdistanê jinan qetilkirina Jîna (Mahsa) Emînî protesto kirin. -
HDP: Raperîna jinê ya li Rojhilat û Îranê raperîna me ye
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay got, "Ji Tehranê heta bi Rojhilat, raperîna jinê raperîna me ye." -
TJK-F'yê ji bo Jîna Emînî banga çalakiyê kir
Li Fransayê jin li gelek bajaran bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd ji bo şermezarkirina qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê "polîsên exlaqî" yên Îranê ve, çalakiyan li dar dixin. -
Fermandara YPJ'ê: Em bi jinên li Îranê re ne
Endama Fermandariya Giştî ya YPJ'ê Rohilat Efrîn jinên ku li Îranê qetilkirina Jîna Emînî şermezar dikin silav kir û got, "Em bi hemû hêza xwe bi jinên li Îranê re ne." -
Berxwedana jinên Kurd û Fars silav kirin
Berxwedana jinên Kurd û Farsî ku ev 5 roj e li Îranê ji bo Jîna Emînî berdewam dike, ji hela jinên li Osnabruck û Munster ve hat silavkirin. -
Li Edeneyê qetilkirina Jîna Emînî hate şermezarkirin
Jinan li Edeneyê bi daxuyaniyekê qetilkirina Jîna Emînî şermezar kir. -
YJAD’ê qetilkirina Jîna Emînî û Anûş Abetyan şermezar kir
YJAD’ê qetilkirina Jîna Emînî ji aliyên polîsên exlaq ên Îranê ve û qetilkirina bi hovîtî ya leşkera jin a Ermen Anûş Abetyan ji aliyê artêşa Azerî ve şermezar kirin. -
Girtiyên jin ên Îranê li dijî zilmê banga yekitiyê kirin
Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê têkildarî jina Kurd Jîna Emînî ya ku ji aliyê polîsên exlaq ve hatibû qetilkirin, li dijî zilmê banga yekitiyê kirin. -
TJK-F wê şehîdên jin bi bîr bîne
TJK-F’ê diyar kir wê di 24’ê Îlonê de Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Delal Nûrhak di serî de ji bo gerîlayên jin ên ku li qadên cihê şehîd bûne, wê çalakiyeke bîranînê li dar dixe û banga tevlêbûnê kir. -
Li bajarên Îranê û Kurdistanê hêrsa gel mezin dibe
Li bajarên Îranê û Kurdistanê, çalakiyên şermezarkirinê ku bi kuştina Jîna Emînî destpê kirin, di roja çaran de mezintir bûn. -
Jinên Îranî ji bo Jînayê çalakî li dar xistin
Jinên Îranî yên ji bo Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên exlaq ve li Îranê hat qetilkirin li Stenbol û Îzmîrê hatin ba hev û peyama “Em radest nabin“ dan. Polîsên Tirk, 20 jinên li Stenbolê çalakî kirin destgîr kirin. -
Qetilkirina Jîna Emînî li Hambûrgê hate protestokirin
Meclîsa Jinan a Rojbîn li dijî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê hêzên dewletê ve, li ber Balyozxaneya Îranê ya Hambûrgê pankarta reş daliqandin û çalakiya protestoyî li dar xistin. -
TAJÊ: Kuştina Jîna Amînî encama polîtîkaya dijminatiya li jinê ye
TAJÊ kuştina Jîna Amînî şermezar kir û diyar kir ku dem hatiye rejîma Îranê xwe biguherîne, naxwe wê weke hemû rejîmên dîktator û desthilatdar hilweşe.