JIN
Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogû anî ziman ku li ser bingeha nêzîkatiyên Rêber Apo ew hewl didin pêvajoya Aştî û Civaka Demomkratîk bi pêş ve bibin û got, "Şer niha sekinî ye, lê belê em hêzeke polîtîk a têkoşer in. Têkoşîna me dewam dike."
KJK'ê got, "Wezîfeya me ye ku statuya Rêber Apo û azadiya wî ya fîzîkî misoger bikin. Em li dora Rêber Apo bicivin, li dora statu û azadiya wî hêza xwe ya têkoşînê bikin yek û bi ser bikevin."
TAJÊ di kongreya xwe ya 3’yemîn de veguherîna xwe ji bo sîstema komînal ragihand. Jinên beşdarî kongreyê bûn diyar kirin ku komînên bihêz wê rê li ber fermanên nû bigirin û jin wê ji nû ve vegerin ser cewhera xwe.
Jinan bi daxuyaniyekê gotin, "Em ji bo aştiyê israr dikin" û perwerdeya bi zimanê dayikê, rakirina qeyûman û muzakereya bi mercên wekhev ên bi Rêber Apo re xwestin.
Di encamnameya kongreya TAJÊ de hate ragihandin ku wan pêwîtî pê dît ku demokrasiyeke radîkal û rasterast a jinan ava bikin û hate destnîşankirin ku navê vê demokrasiyê jî komîn e.
Hemû Nûçe
-
-
-
-
-
-
-
-
Ji bo Carolîna Ermen nebe dermanfiroş
Dermanfiroşa Ermen Carolîne Camgoz 43 sal berê mezûn bû. Her cihê ku xwest dermanxaneyê veke, ji aliyê dewletê ve hat girtin, destûra wê hat desteserkirin. Ew niha 67 salî ye û dikare wekî şagirt li dermanxaneyê bixebite.
-
-
-
-
YJA Star: Em ê bibin wênekêşên serketinê!
Navenda Çapemeniyê ya YJA Starê Jiyan Amargî ya li Herekolê şehîd ket bi bîr anî û destnîşan kir, ku ew ê hêjayî keda hevrêya xwe ya şehîd bin û wêneyên kêliyên serketinê bikişînin.
-
PAJK’ê ragihand ku Bêrîvan Zîlan şehîd bûye
PAJK’ê şehadeta endama Meclîsa PAJK’ê Bêrîvan Zîlan ragihand û got, “Em ê di şopa şehîdên leheng de, xwedî li nirxên ku bi ruhê fedaîybûnê hatine afirandin derkevin, têkoşîna xwe berfireh bikin û ji TC’ya faşîst û hevkarên wê hesab bipirsin."
-
‘Qeyûm waliyên mêtingeriyê ne’
Ji Komeleya Mafê Mirovan a Jinan Zelal Ayman destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman bi siyaseta giştî ya Tirkiyeyê ve girêdayî ye û got: “Ev dewlet dibêje ‘ez mêtingeh im, ev der mêtingehiya me ye, ez walî tayînî ser we dikim’. "
-
Jinan banga têkoşîna hevpar kirin
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran bal kişand ser pêkanînên dijî jinan ên ku qeyyûm dikin. Başaran ji bo parastina destkeftiyan banga têkoşîna hevpar kir.
-
TAJÊ: Em ê her tim bi gelê xwe yê Rojava re bin
TAJÊ êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û bal kişand ser rola Rûsya û koalîsyona navneteweyî ya di êrîşan de. TAJÊ destnîşan kir ku ew bi gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê re ne.
-
Jinan pêkanînên qeyûm nîqaş kir
Li Hezexê jinan pêkanînên qeyûman nîqaş kir û gotin: “Pergala hevşaredariyê hûnandina jinê bû. Armanc nîşandana hebûna jinê bû. Di vê projeyê de destkeftiyên mezin hatin bidestxistin. Lê belê xwestin vîna jinê di nava çar diwaran de bihêlin.“
-
-
Komkujiya jinan li Îzmîrê hate protestokirin
Li seranserê Tirkiyeyê di hefteyekê de 9 jin hatin qetilkirin. Jinan bertek nîşanî qetilkirina jinan dan û gotin: “Ji ber ku jiyana wan ji bo dewletê negirîng bû wan neparast û pêşiya qetilkirina wan negirt. Li ser vê yekê cesaret da kujeran.”
-
-
Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin
Hanîfe Çakici ya ji bo xwe ji êşkenceya Haydar Çakici xelas bike xwest ku biçe bajarekî din, li termînala otobêsan hat qetilkirin.
-
-
Duzkan: Dijminatiya girtiyan tê kirin
Nivîskar Ayşe Duzkan, da zanîn ku li girtîgehê li ser Aysel Tûglûk û girtiyên din ên nexweş dijminatî tê kirin û da zanîn ku li derveyî hiqûqê ceza li girtiyan tê birîn.
-
-