Nûçegihanên JINHA hatin binçavkirin

Li Stenbolê jinên ku dorpêça li Farqînê kete roja 12'emîn û civîna G20 şermezar bikin sefaretxaneya Îngilistan û Elmanyayê dagir kirin.

Li Stenbolê jinên ku dorpêça li Farqînê kete roja 12'emîn û civîna G20 şermezar bikin sefaretxaneya Îngilistan û Elmanyayê dagir kirin.

Nûçegihanên JINHA'yê Ceren Karlidag û Oyku Dîlara Keskîn ên li ber Sefaretxaneya Îngilistanê çalakî dişopandin hatin derbkirin û binçavkirin.

Bi nûçegihanên JINHA'yê re 6 jin jî hatin binçavkirin. Yên hatin binçavkirin birin Qereqola Polîsan a Karakoy.