Nakokiyên di navbera hêzên Bexda û Hewlêrê yên li ser Şengalê – 9
Dema ku em van belgeyan hemû tînin gel hev, em dibînin ku 3’yê Tebaxê ne ji nişkê ve hat; ew encama planeke 10 salî ya bêparastinê bû ku bi destê Bexda û Hewlêrê bi hev re pêk hatibû.
Dema ku em van belgeyan hemû tînin gel hev, em dibînin ku 3’yê Tebaxê ne ji nişkê ve hat; ew encama planeke 10 salî ya bêparastinê bû ku bi destê Bexda û Hewlêrê bi hev re pêk hatibû.
Di navbera salên 2005 û 2013’yan de, Şengal di destûrê de ne tenê herêmeke nakok bû. Ew di rastiyê de bû qada ku tê de desthilatdariya Bexda û Hewlêrê li ser jiyana civaka Êzîdî hatin ceribandin. Ev pevçûna rêveberî û leşkerî ya di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û PDK’ê de, valahiyeke mezin a ewlehiyê ava kir. Vê valahiyê jî di sala 2014’an de rê li ber fermanê vekir. Hikûmeta Iraqê çend caran xwest kontrola xwe ya leşkerî û rêveberî li ser navçeyê xurt bike, lê her hewldana Bexdayê bi astengiyên fizîkî û siyasî yên PDK’ê re rûbirû ma.
Ev rewş di sala 2008’an de gihîşt asta herî giran. Serokwezîrê Iraqê yê wê demê Nûrî el-Malîkî, ji bo ku kontrola xwe li ser deverên nakok xurt bike, biryar da ku Firqeya 2’yemîn a artêşa Iraqê bişîne Şengalê. Ev biryar di arşîvên fermî yên Wezareta Parastinê ya Iraqê de wekî "Operation Plan 2008: Ninawa Security Initiative" hat tomarkirin. Di plana operasyonê de wiha dihat gotin, "Ji bo bicihanîna serweriya dewletê, divê hêzên artêşa Iraqê di navenda Şengalê, komelgehan û gundên stratejîk de bi cih bibin da ku sînorê bi Sûriyeyê re bê ewlekirin." Lê belê, dema ku konvoyên leşkerî ber bi Şengalê ve çûn, rastî astengiyên Pêşmergeyên PDK’ê hatin.
Serbest Bapîr ku wê demê berpirsê Şaxê 17’an ê PDK’ê yê li Şengalê bû, li hemberî vê hewlê bi awayekî pir dijwar rabû. Belgeyên di arşîvên sîxurî yên ku bi rêya Wikileaks (Ref: 08BAGHDAD2914) ketine destê raya giştî, vê nakokiyê bi hûrgilî radixin ber çavan. Di raporê de wiha tê nivîsandin, "Serbest Bapîr ji rayedarên me re got ku ew ê destûrê nedin tu hêzeke Iraqî bêyî koordînasyona şaxê PDK’ê bikeve herêmê. Bapîr hişyarî da ku her hewldanek bêyî agahiya wan, dê bibe sedema pevçûneke leşkerî."
Di sala 2009’an de, hewldana Wezîrê Parastinê yê Iraqê Ebdulqadir el-Mufricî ya ji bo şandina yekîneyên Polîsên Federal, bi astengiyên Sîrwan Barzanî û serkirdayetiya PDK’ê ya li Mûsilê hat vala derxistin. Di rapora UNAMI ya sala 2009’an de (Human Rights Report on Ninawa) li ser vê mijarê tê gotin: "Nakokiya di navbera Bexda û Hewlêrê de, bûye sedem ku Şengal ji her cûre saziyeke ewlehiyê ya neteweyî bêpar bimîne. Her du alî jî hêzên xwe wekî çavdêrên li ser hev bikar tînin, lê dema dor tê ser parastina Êzîdiyan, valahiyeke mezin heye."
Raporek din a girîng a Navenda Krîza Navneteweyî (ICG) ya sala 2009’an li ser Şengalê ye. Di rûpela 14’an a raporê de tê gotin ku PDK’ê bi rêya xalên kontrolê rê neda ku artêşa Iraqê li Şengalê baregehan ava bike. Bi vî awayî Şengal ma bê xwedî, lê di pratîkê de tenê PDK lê serwer bû. Vê rewşê Êzidî bê parastin hiştin; ji ber ku polîsên Iraqê nikaribûn bikevin gundên wan, Pêşmergeyan jî tenê ji bo berjewendiyên partiya xwe dixebitîn."
Hikûmeta Iraqê di sala 2011’an de cara sêyemîn hewl da ku 'Encûmena Ewlehiya Herêmî ya Şengalê' ava bike. Di vê encûmenê de artêş û polîsên ser bi Bexdayê ve hebûn, lê PDK’ê dîsa rê li ber wan girt. Saziya Mafên Mirovan a Iraqê (IHRC) di sala 2011’an de di belgeyên xwe de dibêje, 'Berpirsên PDK’ê yên li Şengalê, bi taybetî Serbest Bapîr û fermandarên Pêşmerge, nehiştin hêzên Iraqê biçin gundên di bin rîskê de. Em di rapora xwe de tespît dikin ku armanca van astengiyan ne parastina herêmê ye, tenê naxwazin dewlet li wir hebe.' Ev belgeyên fermî nîşan didin ku PDK’ê Şengal wekî keleha xwe ya stratejîk didît û nedixwest Bexda bi tu awayî destwerdanê lê bike; heta ger ev rewş bibe sedema bêparastina Êzidiyan jî.
PDK’ê bi vê polîtîkaya xwe, Êzidî bê parastin û lawaz hiştin. Siyasetmedarên wekî Serbest Bapîr, bi hinceta ku 'xaka Kurdistanê diparêzin', Şengal bi temamî ji dewleta Iraqê qut kirin. Lê dema ku DAÎŞ’ê êrîş kir, heman wan hêzên PDK’ê ku bi salan rê nedabûn artêşa Iraqê, di 3’yê Tebaxa 2014’an de di kêliyekê de ji Şengalê vekişiyan. Belgeyên Wikileaksê (Ref: 08BAGHDAD2914) eşkere dikin ku berpirsên Emerîkî jî wê demê ji ber astengiyên PDK’ê aciz bûn, ji ber ku PDK’ê rê nedida ku ewlehiya Şengalê asayî bibe. Lê belê PDK’ê bi hinceta 'parastina destkeftiyên Kurdan' wan astengiyan berdewam kir.”
Raporeke din a pir girîng ku divê em bala xwe bidinê, rapora UNAMI ya sala 2012’yan e ku li ser rewşa mafên mirovan e. Di wê raporê de tê gotin, 'Ji ber ku statûya rêveberî ya Şengalê bi Madeya 140’an ve hatiye girêdan, civaka Êzidî ji mafê xwe yê parastinê bêpar maye. Rêveberiya Herêmê dibêje ew parastinê dike, lê gel kontrola vê parastinê nake; Bexda jî ji ber astengiyan nikare di warê ewlehiyê de tu rolan bileyize.' Ev rapor nîşan dide ku ev 'statûya nakok' di rastiyê de wekî 'sîstema bêparastinê' hatiye bikaranîn.
Di heman demê de, daxuyaniyên fermî yên fermandarên PDK’ê yên wê demê, mîna Qasim Şeşo, di arşîvên Saziya Mafên Mirovan a Iraqê de wekî belge hatine tomarkirin. Şeşo di daxuyaniyekê de dibêje, 'Em destûrê nadin artêşa Iraqê ku bikeve gundên me, ji ber ku ew ê êrîşî me bikin.' Ev gotin di rastiyê de civaka Êzidî tirsand û ew ji artêşa dewletê dûr xistin, lê di heman demê de PDK’ê ew bêparastin hiştin. Belgeyên IHRC’ê yên sala 2011’an vê rewşê wekî 'manipulasyona ewlehiyê' bi nav dikin."
Ev dîrok nîşan dide ku çawa nakokiya siyasî ya di navbera Bexda û Hewlêrê de, Êzidî bê parastin hiştin. Bexda dixwest were herêmê lê dihate astengkirin; Hewlêrê rê nedida artêşê, lê bixwe jî Şengal neparast. Di nava vê rageşiyê de tenê civaka Êzidî zirar dît. Ew tevgerên PDK’ê yên li dijî artêşa Iraqê ne ji bo parastina Êzidiyan, ji bo serweriya PDK’ê ya li ser axa wan bû. Di dawiyê de em dibînin ku ev bûyerên salên 2008-2011’an, zemîna fermana 2014’an amade kirin. Ev zemîn bi destê polîtîkaya PDK’ê ya rê nedana artêşê û polîtîkaya Bexdayê ya bêxwedîhiştina statûya Êzidiyan bi hev re hat avakirin.
Di rapora fermî ya Wezareta Parastinê ya Iraqê ya sala 2008’an de, planên operasyonê bi hûrgilî hatibûn amadekirin. Lê di rûpela 32’yan a raporê de tê gotin, 'Hêzên Pêşmerge li ser rêyan astengî çêkirin û nehiştin konvoyên artêşê biçin Şengalê.' Ev belge ji bo dîrokê pir girîng e; ji ber ku eşkere dike ka kê rê li ber parastina fermî girtiye. Paşê, di rapora UNAMI ya sala 2010’an de jî ev rewş wekî 'metirsiyeke mezin' hatiye dîtin. Ev hemû belgeyên fermî îspat dikin ku armanca wan astengiyan ne parastin, tenê kontrolkirina herêmê bû.
Bi vî awayî, em dikarin bibêjin ku Madeya 140’an û nakokiyên wê, Şengal kiribû 'goristana statûyê'. Her hewldana Êzidiyan a ji bo hebûneke fermî, di bin navê vê madeyê de hat pelixandin. Bexdayê digot 'artêşa min heye', Hewlêrê digot 'Pêşmergeyên min hene', lê di rastiyê de tu kesî parastina Êzidiyan nekir. Ev rewş bû zemîna fermana dawî. Dema ku tu statûya rêveberî ya herêmekê asteng dikî, tu di rastiyê de wê herêmê bê parastin dihêlî. Madeya 140’an, ew qanûna 'bêstatûbûnê' bû ku zemîna fermanê bi destê Bexda û Hewlêrê bi hev re ava kir.
Ew bêxwedîbûna ku Serbest Bapîr û fermandarên PDK’ê yên wê demê çêkirin, di rastiyê de Şengal ji bo DAÎŞ’ê amade kir. Wan bi salan rê nedan ku hêzeke din were, lê xwe jî ji bo roja teng amade nekirin. Di raporên Navenda Krîza Neteweyî (ICG) de ev rewş wekî 'bêçaretiya bi zanebûn' tê pênasekirin. Dema ku em van hemû belgeyan tînin gel hev, em dibînin ku 3’yê Tebaxê ne ji nişkê ve hat; ew encama planeke 10 salî ya bêparastinê bû ku bi destê Bexda û Hewlêrê bi hev re pêk hatibû. Êzidiyan di nava vê lîstikê de hemû mafên xwe yên bingehîn winda kirin û terkî fermanê hatin kirin.