Mirina bi guman a jina ciwan

Li Dîlokê jina ciwan a bi navê Feyza Nûr Saydam bi awayekî bi guman mir.

Li Dîlokê jina ciwan a bi navê Feyza Nûr Saydam (17) li paşmala mala lê diman bi awayekî guman mirî hate dîtin. Gotina Saydam a têkildarî qetilkirina jinan a ‘Rojekê hûn min nebînin, heqê min bigerin’ bal kişand.

Saydam bi awayekî bi guman ji paşmala xwe ket û giran birîndar bû piştî rakirin nexweşxaneyê mir.

Di encama lêpirsîna têkildarî mirina jina ciwan hate kirin wek e ‘întixar’ hate derbaskirin. Lêpirsîn dewam dike.