Li Zurîhê ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez çalakî
Salvegera qetilkirina ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) li Zurîha Swîsreyê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Jinên ku bi banga Meclîsa Jinan a Ronahî li Bahnhofplatzê hatîn gelhev, cilên ku weneyên 3 jinên Kurd ên şoreşger û nivîsa “Em kujer nas dikin, pêwîste berpirsê qetlîamê Erdogan were darizandin” li xwe kirin û li navenda bajêr çalakiyek bêdeng lidar xistin.
Piştî meşê çalakger dîsa vegeriyan Bahnhofplatzê. Li vir ji bo kampanyaya ku ji bo Erdoganê ku biryara qetilkirina Sakîne, Rojbîn, Ronahî û bi hezaran jinan dayîn were darizandin, bi Elmanî belavok hate xwendin.
Her wiha ji bo tevlîbûna meşa 9’ê Çileyê roja Şemiyê bi pêşengîtiya Tevgera Jinên Kurd ên Swîsreyê (YJK-S) ku ji bo darizandina berpirsên qetlîma Parîsê were lidarxistin bang hate kirin.
Çalakî bi berz kirina dirûşmeyan bi dawî bû.