Li Stenbolê dest avêtin jinekê

Eşkere bû ku li Gungoren a Stenbolê dest avêtine jinekê û ew li malekê hatiye asêkirin.

Li Gungoren a Stenbolê dest avêtin jinekê û ew li malekê hate asêkirin.

Jina ji Ozbekistanê li mala ku hate girtin, hate rizgarkirin. Şehnaz A. û Gulbahar H. ên li wê malê jî hatin destgîrkirin.

Jin a Ozbek diyar kir ku kesê bi navê Alîsher K. dest avêtiye wê û Şehnaz A. û Gulbahar H. alîkarî dane wî.

Li gorî agahiyan Alîsher K. hate destgîrkirin.