Li Rihayê jinek hate kuştin

Li navçeya Halîliye ya Rihayê zilamê bi navê Halît Kermelî bi çekê li hevjîna xwe Meryem Guneş da û piştre li xwe da.

Li navçeya Halîliye ya Rihayê zilamê bi navê Halît Kermelî (28) bi çekê li hevjîna xwe Meryem Guneş da û piştre xwe kuşt.

Tîmên tendirustiyê dema hatin malê dîtin ku Meryem Guneş jiyana xwe ji dest daye û Halîl Kermel jî bi giranî birîndar bûye. Piştî ku ew rakirin nexweşxaneyê Halîl Kermelî jî li nexweşxaneyê mir.