Li Heîlbronnê çalakiya 8’ê Adarê

Li bajarê Heîlbronnê yê Elmanyayê gelek jin hatin ba hev û ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê çalakî li dar xistin.

Li bajarê Heîlbronnê yê Elmanyayê gelek jin hatin ba hev û 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kirin.

Pîrozbahî li qada Kîlîansplatzê hate lidarxistin. Hunermend Zeynep Enhas û Garîp Nûrhak jî tevlî çalakiyê bûn.

Tevgerên femînîst ên Elman jî tevlî çalakiyê bûn. Çalakî bi stranên Kurdî û govendê bi dawî bû.