Li Heîlbornnê ji bo qetlîama Parîsê standa agahdar kirinê

Di derbarê qetilkirina ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbûn) û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) de, stand hate vekirin.

Li bajarê Heîlbornnê, di derbarê salvegera 8’an a qetlîama Parîsê de li Klîanplatzê stand vekirin.

Li vir Gulistan Meşkîne axivî û diyar kir ku pêwîste dewleta Fransa yên ku di qetlîamê de cih girtîn darizîne.

Heman demê ji bo kampanyaya ku TJK-E’yê 25’ê Mijdarê dayî destpê kirin a “100 sedem ji bo darizandina dîktator” îmze hatin komkirin.