Li Êlihê Zîlan Kaya hate destgîrkirin

Xebatkara Navenda Çanda Bahar a Êlihê Zîlan Kaya di avêtina ser malê hate destgîrkirin.

Di saetên şevê de avêtin ser mala xebatkara Navenda Çanda Bahar a li Êlihê Zîlan Kaya. Piştî lêgerîna li malê û şûnde Kaya bi hinceta 17’ê Kanûnê kevir avêtiye koma hatin pêşiya avahiya HDP’ê ya Şirnexê destgîrkiriye.

Kaya ewilê birin Midûryeta Emniyetê ya Êlihê û ji wir jî birin Midûryeta Emniyetê ya Şirnexê.