Kongreya Star bi meşekê tecrîd û dagirkerî protesto kir

Kongreya Star a Efrînê di çarçoveya pêngava KCK’ê ya ‘Bes e, ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ li Şehbayê meşekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkerî protesto kir.

Kongreya Star a herêma Efrînê di çaroveya pêngava KCK’ê de li Şehbayê rêze çalakî dane destpêkirin. Di vê çarçoveyê de li navçeya Ehresê bi tevlîbûna 150 jinan dest bi meşa dirêj a 3 rojan kirin.

Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û tîşortên li ser ‘Azadî ji bo Rêber Apo’ li xwe kiribûn.

Meşa ku ji Ehresê destpê kir wê li Fafînê bi dawî bibe.