KBDH'ê li Stenbolê li bazirganên narkotîkê xist

Milîsên Sakîne Cansiz ên KBDH'ê li Stenbolê bi teqemeniyê li bazirganên narkotîkê xistin.

Milîsên Sakîne Cansiz ên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (KBDH) daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "6'ê Çileya 2021'ê li taa Haraçci Şehîtlîk a navçeya Arnavûtkoy a Stenbolê li parka ku bazirganên jehrê yên narkotîkê bi teqemeniyê çalakî hate lidarxistin û di encamê de dezgeha wan ji hev hate xistin."