Girtina Leyla Guven li Brûkselê hate protestokirin

Dîlgirtina Hevseroka KCK’ê û Parlementera Colemêrgê HDP’ê Leyla Guven, li ber avahiya PE ya Brûkselê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Aktîvîstên SKB’ê û Meclîsa Jinan a Bêrîtan tevlî çalakiya li ber avahiya Parlementoya Ewrûpayê ya li paytexta Belçîka Brûkselê bûn.

Di çalakiyê de bal kişandin li ser dîlgirtina Leyla Guven û êrîşên rejîma faşîst a Erdogan ên li hemberî jinê û gotin: “Pêwîste em weke jin bidin diyar kirin em di nava berxwedanê de ne.”

Çalakî piştî xwendina belavokan bi drûşmeyan bi dawî bû.