EWROPA
Hemû Nûçe
-
Meşa Dirêj a Ciwanan di roja dawî de ye
Meşa Dirêj a ciwanên Kurd û enternasyonalîst ku ji Frankfûrtê dest pê kir îro li Saarbruckenê bi dawî dibe. -
Enternasyonalîst li Nancy bi qîrîna dirûşman dimeşin
Enternasyonalîstên ku ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan û ji bo azadiya wî dimeşin, gihîştin bajarê Nancy. -
Li Yewnanistanê Meşa Dirêj dest pê kir
Li Yewnanstanê, li dijî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê Meşa Dirêj a ji bo 3 rojan dest pê kir. -
KCDK-E: Em ji bo azadî û rûmeta xwe rabin ser piyan!
KCDK-E'yê dem û cihê meşên li dijî komployê bên lidarxistin eşkere kir û diyar kir, "Ji bo azadî û rûmeta xwe em dakevin qadan." -
Li Braûnschweigê daxwaza azadiya Ocalan hate kirin
Li bajarê Braûnschweîg ê Elmanyayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan standa agahdarkirinê hate danîn. -
Qonaxa meşa Cenevre-Strasboûrg a Bernê bi dawî bû
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û satatuya Kurdistanê li pêşiya Ofîsa Netewên Yekbûyî ya Cenevre meşa dirêj hatibû destpêkirin. Qonaxa meşa dirêj a Bernê bidawî bû. -
Banga tevlîbûna meşa li Romayê hate kirin
Li paytext Romayê gel ji bo meşa 15’ê Sibatê hatin vexwendin. -
Meşa ji Lûdwîgshafenê heta Hombûrgê dewam dike
Roja yekem a Meşa Dirêj a ji aliyê ciwanên Kurd û enternasyonalîst ve hatibû destpêkirin, ji Lûdwîgshafenê destpê kir. -
Meşa Dirêj a ber bi Strasboûrgê ve di roja 3'emîn de ye
Meşa Dirêj a ji Cenevreyê ber bi Strasboûrgê ve pêk tê di roja 3'emîn de ye. -
Plansaziya rêwîtiya ber bi Strasboûrgê ve hate eşkerekirin
KON-MED'ê dem û cihê ku otobus ji bo mîtînga li Strasboûrgê jê rabin eşkere kir. -
Enternasyonalîstên ji bo Ocalan dimeşin gihîştin Metzê-NÛ BÛ
Enternasyonalîstên li dijî tecrîda li Îmraliyê û ji bo azadiya Ocalan dimeşin gihîştin Metzê. -
KCDK-E’yê bang li Elmanyayê kir: Li gorî zagonên xwe tevbigerin!
KCDK-E’yê nerazîbûn nîşanî provokasyona polîsan a li ser meşa Frankfûrtê kir û got, “Li gorî zagonên xwe tevbigerin.” -
Astengiyan nas nakin û dimeşin!
Meşa enternasyonalîstan ku bi dirûşma "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re, li dijî faşîzmê mil bidin hev" pêk tînin, di roja sêyemîn de ye. Li gel ba û sermayê meş bi coşeke mezin dewam dike. -
Kampa El Holê li Skandînavyayê rê li ber krîzan vedike
Kesên ku ji welatên Skandînavyayê çûbûn Sûriyeyê û tevlî nav refên DAÎŞ’ê bûbûn, zarokên wan li kampa El Holê tên ragirtin. Ragirtina van zarokan di li Swêd, Norweç, Danîmarka û Fînlandîyayê rê li ber krîzan vedike. -
Roja 4'emîn a Meşa Dirêj li Mannheîmê bi dawî bû
Roja çaremîn a meşa dirêj ku ji bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê dest pê kir, roja Sêşemê li bajarê Mannheîmê bi mîtîngekê bi dawî bû. -
Fîlmê Rojava yê Heyva Sor a Kurdistanê li Îtalyayê bal kişand
Şaxê Îtalyayê yê Heyva Sor a Kurdistanê li ser hovîtiya DAÎŞ'ê dokûmanterek nîşan da. Dokûmanterê li Îtalyayê gelekî bal kişand. -
Meşa Dirêj a Cenevre-Strasboûrgê di roja 2’an de ye
Meşa Dirêj a Kurdan û dostên wan ku li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li Cenevreyê destpê kiribû di roja 2’an de li Lozanê ne. -
Ciwan 4 roj in dimeşin: Bi Rêber Apo azad bibe!
Meşa Dirêj a li dijî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê dest pê kir, di roja çaremîn de ye. Ciwanan ji bajarê Bensheîmê dest bi roja çaran a meşê kirin. -
Enternasyonalîst bi qîrîna dirûşm û sirûdan dimeşin
Meşa enternasyonalîstan a ji bo şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê, ku bi dirûşma "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re" dest pê kir, bi coş dewam dike. -
Gerîlayê HPG'ê Derîn li Berlînê hate bîranîn
Ji bo gerîlayê HPG'ê Alî Derîn li Berlînê civîneke bîranînê hate lidarxistin. -
Yewnanistan wê bi kampên nû yên penaberan dersînorkirinê zêde bike
Li Yewnanistanê ku krîza penaberan giran bûye, hikumet ji bo li gelek giravan kampên nû ava bike kete nava liv û tevgerê. -
Şaredariya Calenzano ji bo Rojava konferans li dar xist
Şaredariya Calenzano ya ser bi bajarê Frenze yê Îtalyayê, ji bo piştgiriya bi gelên Rojava re konferansek li dar xist. -
'Nobeda Azadiyê' di hefteya 399'an de ye
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ya li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê di hefteya 399'an de ye. Nobedarên vê hefteyê çar Kurdistaniyên ji bajarê Bordeaûx ê Fransayê ne. -
Meşvanan banga ketina tevgerê li CPT û NY kir
Qonaxa yekem a Meşa Dirêj a bi sedan rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar û nûnerên saziyên ji çar parçeyên Kurdistanê ya li dijî Komploya 15’ê Sibatê bi dirûşma "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re" ji Cenevreyê ber bi Strasboûrgê ve bidawî bû. -
Starta Meşa Dirêj ji Cenevreyê dest pê kir
Meşa Dirêj a yekîtiya neteweyî ku bi dirûşma "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re" pêk tê, bi beşdariya zêdeyî sed rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar û nûnerên saziyan li Swîsreyê dest pê kir.