EWROPA
Hemû Nûçe
-
Nîjadperestiya li Elmanyayê: Salên dawî gelekî zêde bû
Elmanya careke din bi êrişa nîjadperestiyê kete rojevê. Kurd jî di nav de 9 kes li Hanaûyê hatin qetilkirin. Êrişên nîjadperestiyê ku salên 1990'î dest pê kirin salên dawî gelekî zêde bûn. -
Bi hezaran kes li dijî nîjadperestiyê daketin qadan
5 jê Kurd 8 kesên li bajarê Hanaû yê Elmanyayê ji ber êrişeke nîjadperestiyê jiyana xwe ji dest dan li gelek bajaran hatin bîranîn. Êrişa nîjadperestî hate şermezarkirin. -
Êrîşa nîjatperest a li Hanaûyê li gelek bajaran hatin protestokirin-NÛ BÛ
Êrîşa nîjatperest a li bajarê Hanaû ya Elmanyayê li gelek deveran hate protestokirin û kesên jiyana xwe jî dest dabûn hatin bibîranîn. -
KCDK-E êrîşa nîjatperest a li Hanaû şermezar kir
Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê êrîşa nîjatperest a li bajarê Hanaû ya Elmanyayê şermezar kir û bang li welatên Ewropayê kir ku ewlekariyên bi bandor bigirin. -
Navenda Civaka Kurd a Hanaû banga tevlîbûna çalakiyê kir
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Hanaû ya piştî êrîşa nîjatperest a li dijî koçberan a li bajarê Hanaû ya Elmanyayê û şûnde daxuyanî da, bang li hemû gelan kir ku li dijî faşîzmê bi hestyar û têkoşînê bikin. -
KON-MED navnîşanên cihên çalakî bên kirin eşkere kir
KON-MED’ê li dijî êrîşa nîjatperest navnîşanên cihên ku saet 18:00’an çalakî lê bên kirin eşkere kir. -
Qetlîama li Ewropayê hate şermezarkirin, banga tevlîbûna meşê kir
Partî û saziyên ku qetlîama li Elmanyayê şermezar kirin, bang li gelan kirin ku li dijî faşîzmê tevlî meşan bibin. -
Ji kesên li Hanaû hatin qetilkirin 2 jê ciwanên Kurd in
Ji kesên ku li bajarê Hanaû yê Elmanyayê di êrişa faşîst de hatin qetilkirin 2 jê ciwanên Kurd in, bi navê Ferhat Ûnvar û Gokhan Gultekîn. -
Vîrûsa firingiyan Ewropayê dixe nava fikaran
Destpêka hefteyê li Fransayê vîrûsek firingiyan a bi navê "Tomato brown rugose fruit virus (ToBRFV)" hate tespîtkirin. Fikar hene ku vîrûs li welatên din jî belav bibe. -
Li bajarê Hanaû êrişa çekdarî: 11 kes mirin -NÛ BÛ
Li bajarê Hanaû yê Elmanyayê, li du deveran êrişeke çekdarî hate kirin û 11 kes mirin. Hate ragihandin ku piraniya kesên jiyana xwe ji dest dan Kurd in. -
Kiryarên dewleta Tirk li Parlamena Swêdê hate vegotin
Parlamenterên Sosyal Demokrat Kadir Kasirga, endamê komîsyona têkiliyên derve ya Parlamena Swêdê parlamenter Enders Ostenberg û Dr. Abbas Mansûrî têkildarî kiryarên dewleta Tirk li Parlamena Swêdê civînek lidarxist. -
Dostê Kurdan Martîn Dolzer ji bo hilbijartinên Hambûrgê bang kir
Namzetê Partiya Çep Martîn Dolzer: Hilbijêrên li Hambûrg-Mîtte dimînin dikarin pênc dengên xwe bidin namzeta/ê eyaletê, 5 dengan jî bidin namzetên navçeyê. Ez jî dostekî Kurda me û daxwaza dengê wan dikim. -
KCDK-E’yê bangî merasîma veşartina Contay kir
KCDK-E’yê ji bo Alî Contay ê ku rehmet kiribû sersaxî xwest û banga tevlêbûna merasîma veşartinê kir. -
Jinan li Rûsyayê 15'ê Sibatê şermezar kirin
Jinên Kurd ên li navçeya Dergaçî ya herêma Saratov a Rûsyayê, komploya 15'ê Sibatê şermezar kirin. -
FEDA'yê ji bo Contay peyama sersaxiyê weşand
FEDA'yê ji bo Alî Contay ê ku li Elmanyayê jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê weşand. -
Nobeda azadiyê di hefteya 400’î de ye
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Konseya Ewropayê nobeta azadiyê hatibû lidarxistin. Ev nobed di hefteya 400’î de didome. -
Germahiya global: Li Derya Bakur bendên bi sedan km'yî divê!
Ji ber germahiya global tê payin ku ava li deryayê bilind bibe. Ji bo pêşî li xisar û bandora vê yekê bê girtin, hate ragihandin ku li şûna bendên li peravan pêwîstî bi bendên li nava deryayê heye. -
Hunermend Bêrîvan Alp li Stockholmê hate bibîranîn
Nunermend Bêrîvan Al a ji ber nexweşiya penceşêrê 14’ê Sibatê jiyana xwe ji dest dabû, li paytexta Swêd Stockholmê hate bibîranîn. -
Li Rûsyayê Komploya 15’ê Sibatê hate protestokirin
Kurdên li navendên cihê yên Rûsyayê dijîn Komploya 15’ê Sibatê protesto kirin. -
Banga hilbijartinê ya li Kurdistaniyên li Hambûrgê
Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) ji bo hilbijartinên eyaleta Hambûrgê ku wê di 23'ê Sibatê roja Yekşemê de pêk werin, bang li hilbijêrên Kurd kir. KON-MED'ê hêviya serketinê ji Partiya Çep û namzetên wê re kir. -
Li avahiyeke civakî ya Stûttgartê posterê Ocalan hildan
Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi avahiya civakî ve hate daliqandin. -
Li Berlînê şehîdên komployê hatin bibîranîn
Sema Alp, Ahmet Acar, Mûstafa Kûrt û Sînan Karakûş hatin bibîranîn ên 17’ê Sibata 1999’an di çalakiya bi armanca protesto kirina komployê de li pêşiya Konsolosxaneya Îsraîlê hatibûn qetilkirin. -
Meşa dirêj a li Malmoyê bi mîtîngekê bi dawî bû
Li bajarê Malmo ya Swêdê Kurdistaniyan roja Şemiyê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî meşeke dirêj dabûn destpêkirin. Meş roja Yekşemê bi mîtîngekê bi dawî bû. -
Li Londrayê komploya 15’ê Sibatê hate protestokirin
Li paytexta Brîtanya Londrayê bi sedan Kurd li hev civiyan û 21’emîn salvegera komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meş û mîtîngekê ve protestokirin. -
Meşa dirêj a li Kopenhagê bi mîtîngekê bidawî bû
Meşa dirêj a li paytexta Danîmarka Kopenhagê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku roja Şemiyê destpêkiribû bi mîtîngekê bidawî bû.