EWROPA
Hemû Nûçe
-
Meşa Dirêj a ji Heilbronnê heta Strasbourgê destpê kir
Beriya salvegera komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî, Meşa Dirêj a ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd ji Heilbronnê ber bi Strasbourgê destpê kir. -
Gianni Tognoni: Dewleta Tirk li Rojava sûcên li dijî mirovahiyê dike
Ji DGD'ê Gianni Tognoni diyar kir ku Tirkiye li Rojava sûcên li dijî mirovahiyê dike û got: "Erdogan ji bêdengiya civaka navneteweyî hêzê digire. Ev êrîş ne tenê Kurdan di heman demê de aşitiya li herêmê jî dikin hedef." -
CDK-S û YJK-S'ê ji bo meşa li Strasbourgê banga tevlîbûnê kirin
Ji bo meşa li Strasbourgê ku wê di salvegera komploya navneteweyî de pêk were CDK-S û YJK-S'ê banga tevlîbûnê kirin. -
Li Reîmsê civîna gel: Dem hatiye ku em dîroka xwe ya azadiyê binivîsînin
Li Reîmsê piştî Meşa Dirêj gel hat cem hev. Feysal Sariyildiz got, “Êdî dem hatiye ku em dîroka xwe yê azadiyê binivîsînin. Gelê Kurd destek dide îradeya ku Rêber Apo dane holê. Ji bo Strasboûrgê em li benda we hemûyan in.” -
Li Parîsê ji bo Rêber Apo meşa meşaleyî
Di çalakiya ku komploya 15’ê Sibatê lê hatî şermezarkirin de, banga tevlîbûna meşa mezin hate kirin ku wê di 15’ê Sibatê de li Strasbourgê were kirin. -
Meşa Dirêj a ji bo 5 rojan dest pê kir
Ji Heilbronnê heta Strasbourgê bi boneya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo “Meşa Dirê”j a 5 rojan dest pê kir. -
Li Nurnbergê girtina M.K hate protestokirin
Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê serdegirtina li ser Mala Gel a Medyayê û girtina Hevserokê Meclîsa Civaka Demokratîk a Nurnbergê (DTM) M.K hate protestokirin. -
Beriya çalakiya dîrokî ya Strasbourgê civîna gel hat lidarxistin
Li Strasbourgê di çarçoveya xebatên meş û mîtînga dîrokî ya 15’ê civîna gel hat lidarxistin. Di civînê de peyama, “Azadiya fizîkî ya Rêber Apo, misogeriya azadiya me ye” hat dayîn. -
Remzî Kartal: Em ê bi rêxistinbûneke zêdetir yekîtiya neteweyî pêk bînin
Hevserokê KONGRA-GEL’ê Remzî Kartal di hevdîtinê gel a li bajarê Genchenê de axivî û got ku Rêber Apo her tim azadiya gelê Kurd parast û got: “Eger em meclîs û komunên xwe li gorî paradîgmaya Rêber Apo birêxistin bikin, em ê yektîiya neteweyî pêk bînin.” -
Di civînên gel de banga tevlîbûna mîtînga Strasbourgê hatin kirin
Nûnera KNK Nîlufer Koç a ku beşdarî civîna li Freiburgê bû, diyar kir ku meş û mîtînga 15’ê Sibata ya li Strasbourgê pêk were krîtîk e û got: “Bi şikandina tecrîda 26 sal in li ser Rêber Apo tê meşandin, wê pêvajoya azadiyê destpê bike.” -
Meşvanên ku 20 rojin dimeşin: Divê em bi hemû hêza xwe bi Rêber Apo re bin
Kurdistanî û dostên wan meşvanên ku 20 rojin dimeşin pêşwazî kirin. Meşvanan wiha gotin, "Em ê 15’ê Sibatê veguherînin roja azadiyê. Divê gelê Kurd û dostên wan bi hemû hêza xwe li Strasbourgê li gel Rêber Apo bin.” -
Di civîna gel a Den Haagê de banga mezinkirina têkoşînê hat kirin
Li bajarê Den Haag ê Hollandayê bi pêşengiya YJK-H’ê û Kongra Starê civîna gel hate lidarxistin û peyamên Rêber Apo hatin nirxandin. -
Li dijî qedexeya li ser PKK'ê bang hate kirin: Deng bidin Die Linke
Siyasetmedarên Elman Alexander Glasner-Hummel û Dr. Kerem Schamberger ji bo hilbijartinên 23’yê Sibatê ku wê li dijî krîmînalîzekirina tevgera azadiya Kurd û ji bo parastina mafên civaka Kurd were kirin, bang li her kesê kirin ku deng bidin ‘Die Linke’. -
Li Munchenê zêdeyî 200 hezar kes li dijî rastgiriya tund daketin qadan
Li paytexta eyaleta Bavyera ya Elmanyayê Munchenê, roja Şemiyê li gorî polîsan zêdeyî 200 hezar kes li dijî rastgiriya tund daketin qadan. -
Li Helsinkî ji bo bendava Tişrînê şeva hunerî
Kurdan li Helsinkiyê ji bo berxwedana Bendava Tişrînê û Qereqozaxê şevek hunerî lidar xistin. -
Li Torontoyê aktîvîsta Kurd Elîf Genç bû namzeta parlamenteriyê
Li eyaleta Ontario ya Kanadayê di hilbijartinên pêşwext ên 27'ê Sibatê de akademîsyen û aktîvîsta Kurd Elîf Genç ji Partiya Demokrat a Nû (NDP) bû namzeta parlamenteriyê. -
Ji bo Meşa Dirêj a ji Heilbronn heta Strasbourgê hindik ma
Çend saet beriya destpêkirina Meşa Dirêj a ji Heilbronnê heta Strasbourgê, Komîteya Amadekar bang li ciwanên Kurdistanî û enternasyonalîst ên li Ewropayê kir ku bi ruhê seferberiyê tevlî çalakiyê bibin. -
Li dijî Komploya Navneteweyî meşa dirêj a ji bo du rojan
Meclîsên Gel a Kurd ên Bremen û Oldenburgê li dijî Komploya Navneteweyî meşa dirêj a ji bo du rojan lidarxistin. -
KOMAW’ê banga beşdarbûna mîtînga Strasbourgê kir
KOMAW ragihand ku bi taybetî malbatên şehîdan divê her kes li dijî zilma li Îmraliyê li Strasbourgê bên ba hev û têkoşînê mezin bikin. -
Komploya Navneteweyî li Kielê hat şermezarkirin
Bi wesîleya 26’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo li Kielê meşek hate lidarxistin. Di meşê de hêzên komploger hatin şermezarkirin û daxuyaniyên piştgiriyê ya ji bo pêvajoya Rêber Apo pêş xistiye, hatin dayîn. -
Şehîd Arjîn Kobanê û Saliha Viyan li Vienneseyê hatin bibîranîn
Şehîd Arjîn Kobanê û Salîha Viyan li Vienneseyê bi çalakiyekî hatin bibîranîn. Bavê şehîd Arjîn, Şevket Kobanê bi rêya înterentê beşdarî bîranînê bû û got: “Arjîn, li Bendava Tişrînê bedena xwe li hemberî çeteyên cîhadîst kir mertal û Kurdistanê parast.” -
'Werin em bi hev re 15’ê Sibatê veguherînin roja azadiyê'
Meşvanên Meşa Dirêj ku li Chaunyê bi Kurdistaniyan re meşiyan, banga tevlîbûna meş û mîtînga mezin a Strasbourgê kirin û gotin, “Werin em bi hev re 15’ê Sibatê veguherînin roja azadiyê.” -
Şehîd Şiyar Bozan û Dilgeş Çiya li Aachenê hatin bibîranîn
Şehîdên YAT’ê Dilgeş Çiya (Îvan Kurdî) û Şerger (Şiyar Bozan) li Aachenê hatin bibîranîn. -
Qurbaniyên erdheja 2023’yan hatin bîranîn
Bi boneya salvegera erdhejên Mereşê yên sala 2023’yan li Rheinfeldenê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. Di bîranînê de bal kişandin ser hevgirtin, yekîtî, piştgirî û rêxistinbûnê. -
Meşvanên Meşa Dirêj: 15’ê Sibata îsal wê bibe destpêka rojên ronî
Meşvanên Meşa Dirêj roja 18’an bi gelê Amiensê re derbas kirin. Meşvanan banga beşdarbûna çalakiya mezin a ku di 15’ê Sibatê de li Strasbourgê bê lidarxistin kirin û gotin: "15’ê Sibata îsal wê bibe destpêka rojên ronî.”