EWROPA
"Nobeta Azadiyê" ya ku li bajarê Strasbourg ê Fransayê bi daxwaza pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin di hefteya 734’an de ye. Endamên DKTM’ê yên ji Evry a Parîsê hatin, nobeta vê hefteyê dewr girtin.
KCDK-E’yê bi boneya salvegera 103’yemîn a Peymana Lozanê ya ku “Qirkirina Kurdan da destpêkirin” banga “bi ruhê neteweyî” beşdarî meşa girseyî ya 25’ê Tîrmehê roja Şemiyê li Lozanê were lidarxistin bibin, kir.
Li Basel, Lozan û Zurîhê yên Swîsreyê ji bo 11’emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê bîranîn hatin lidarxistin.
Hunermendên TEV ÇAND’ê di civîna xwe ya li Dortmundê de xebatên xwe yên komunbûnê di qada çand û hunerê li Ewropa de nîqaş kirin û bi daxuyaniyekî banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û xurtirina yekîtiya neteweyî kirin.
Di bîranîna li Cenevreyê de, şehîdên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û Alî Haydar Kaytan hatin bibîranîn. Di axaftinan de îşaret bi rola dîrokî ya Zindana Amedê di têkoşîna azadiyê ya Kurd de hat kirin.
Hemû Nûçe
-
-
Li Leipzig, Paris û Bodensee bîranîna şehîdan
Li bajarê Leipzig ê Elmanyayê şehîdê QSD'ê Pêşeng Elîko, li bajarê Bodensee yê Elmanyayê Dilsoz Sarya û li paytexta Fransa Parisê jî di şexsê Sirri Sureyya Onder de şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn.
-
Li Londonê bîranîn: Pelîn şehîda Kurdistanê ye
Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Pelîn Yilmaz li Londonê hate bîranîn. Dayik û bavê wê Mehsîne û Şemsettîn Yilmaz peyam ji bîranînê re şandin û gotin, "Ew şehîda Kurdistanê ye. Pelîn jiyanek hêjayî têkoşînê jiya."
-
Hecî Ehmedî li Osloyê hate bîranîn
Siyasetmedarê ji Rojhilatê Kurdistanê Hecî Ehmedî di roja 40'emîn a wefata we de hate bîranîn. Her wiha Sirri Sureyya Onder jî hate bîranîn. Siyasetmedar û nivîskar Celalettîn Delîbaş got, "Ew hevrêyên Rêber Apo bûn."
-
-
-
-
-
-
-
Li Viyanayê meş: Bêyî azadiya Rêber Apo aştî pêk nayê
Di çarçoveya kampanyaya “Bi Rêbertiyê re Diyalogên Jiyana Azad” a TJK-E’yê de meşek girseyî hate lidarxistin. Endama Meclisa Jinan a Avesta Nurcan Guleryuz got, "Azadiya Rêber Apo ji bo siberoja bi rûmet û azad a gelê me pêwîstiyek e."
-
'Civata Xwendekarên Kurd' hate damezrandin
Xwendekarên Kurd ên ji çar parçeyan ên li Elmanyayê dixwînin, bi dirûşma "Dîrokê fêm bike, sînoran derbas bike, Kurdistanê yek bike" konferansek li dar xistin û sîwaneke nû ya ji bo xwendekarên zanîngehê Civata Xwendekarên Kurd ava kirin.
-
-
-
-
-
-
-
-
Koma ji Bregenzê Nobeda Azadiyê dewr girt
Nobeda Azadiyê ya di 25’ê Hezîrana 2012’yan de bi pêşengtiya Însiyatîfa ji Rêber Apo re Azadî li bajarê Strasbourg ê Fransayê hatî destpêkirin, di hefteya 671’an de ji aliyê koma Bregenzê ve hate dewrgirtin.
-
Li Strasbourgê tecrûbeyên şaredariyên Kurdan hate nîqaşkirin
Zanîngeha Strasbourgê bi komxebata bi ser nave “Di Şaredariyên Kurd ên di bin zextên Tirkiyeyê de Dîtin û Nûbûnên Demokratîk ên Xwecihî “modelên rêveberiya şaredariyên Kurdan û rola demokrasiya xwecihî ya li dijî tundiya polîtîk nîqaş kir.
-
PÎK’ê piştgirî da Konferansa Yekîtiyê
Partiya Îslamiya Kurdistan diyar kir ku ew piştgirî didin biryarên ku di Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî de hatine girtin û xwest ku yekîtiya neteweyî bi awayekî biîstîkrar û stratejîk dewam bike.
-
-
Li Belçîkayê greva giştî
Li Belçîkayê bi armanca şermezarkirina polîtîkayên hikumeta federal careke din greva giştî pêk hat.
-
1'ê Gulanê ya Zurichê: Rêber Apo wê bigihêje gelan!
Rêber Apo ku ji bo 1'ê Gulanê ya Zurichê hate vexwendin, wê bi fikrên xwe bigihêje gelan. Ji komîteya amadekar Mahîr Anûr got, "Di demekê de ku faşîzm û şer sor bûye, armanca me ya esasî ew e ku fikrên Birêz Ocalan bigihînin gelan."