Koma ji Bregenzê Nobeda Azadiyê dewr girt
Nobeda Azadiyê ya di 25’ê Hezîrana 2012’yan de bi pêşengtiya Însiyatîfa ji Rêber Apo re Azadî li bajarê Strasbourg ê Fransayê hatî destpêkirin, di hefteya 671’an de ji aliyê koma Bregenzê ve hate dewrgirtin.
Nobeda Azadiyê ya di 25’ê Hezîrana 2012’yan de bi pêşengtiya Însiyatîfa ji Rêber Apo re Azadî li bajarê Strasbourg ê Fransayê hatî destpêkirin, di hefteya 671’an de ji aliyê koma Bregenzê ve hate dewrgirtin.
Çalakiya nobedê ya ku bi armanca dabînkirina azadiya Rêber Apo û jiholêrakirina pergala êşkenceyê ya Îmraliyê ji aliyê Kurdên li Ewropayê dijîn û dostên wan ve tê lidarxistin, berdewam dike.
Nobed vê hefteyê ji aliyê welatiyên bi navê Mûrat Mûnzûr, Halîl Cankûrt û Haci Mehmet ên ji bajarê Bregenz ê Avûsturyayê hatine, hate dewrgirtin.
Berdevkê komê Mûrat Mûnzûr da zanîn ku nobeda li pêşiya bînaya Konseya Ewropayê di sala xwe ya 13’yan de berdewam dike û diyar kir ku wan li ser navê Komeleya Çandê ya Sara ya li bajarê Bregenzê nobed dewr girtiye.
Komê destnîşan kir ku ew dixwazin Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) li hemberî tecrîdê hesas bin û got: ‘’Li vir fedekarî û piştevaniyeke mezin heye.’’
Mûrat Mûnzûr bang li Kurdên li Ewropayê dijîn û dostên wan kir ku çalakiyê xurttir bikin û diyar kir ku ew di heman demê de ji bo piştgirîdayîna xwedîlêderketina banga Rêber Apo ya ‘’Aşitî û Civaka Demokratîk’’ li wir in.
Mûrat Mûnzûr herî dawiyê got: ‘’Em bang li dewletên eleqedar dikin ku xwedî li pêvajoya ji aliyê Rêbertî ve hatî pêşxistin derkevin û têkildarî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd pêngavan biavêjin.’’