Peymana Lozanê ya ku di 24’ê Tîrmeha 1923’yan de ji aliyê Tirkiye, Îngîltere, Fransa û hevalbendên wan ve hat îmzekirin, wekî destpêka qirkirina çandî û fîzîkî ya li dijî Kurdan û gelê Kurdistanê pêk hat. Peymanê parçekirina Kurdistanê bo çar parçeyan rewa kir û gelê Kurd di bin desthilatdariya Ereb, Faris û Tirkan de hişt.
Piştî 102 salan jî, gelê Kurd hêrs û berxwedana xwe ya li dijî vê peymanê didomîne. Bi wesîleya 102’yemîn salvegera Peymana Lozanê roja Şemiyê 26’ê Tîrmehê li Lozanê meş û mîtîngek tê lidarxistin.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyir Aydar, li ser meş û mîtînga ku dê di 26'ê Tîrmehê de li Lozanê ya Swîsreyê were lidarxistin, nirxandin kir. Aydar, diyar kir ku Peymana Lozanê ya 1923'yan ji bo gelê Kurd trawmayek mezin û şikestineke dîrokî ye û got “Kurdan kir çar parçe û ew di bin bexta hêzên serdest de hiştin. Peyama bingehîn a çalakiya îsal ne tenê li ser encamên dîrokî yên peymanê ne, di heman demê de li ser pêşketinên nû yên jeopolîtîk ên ku di şert û mercên heyî de derdikevin holê jî. Kurd ji roja li Ewropayê dest bi rêxistinbûyînê kirine û vir ve her sal çalakî lidar dixin. Her wiha di rojên girîng de konferans hatin lidarxistin. Di salvegera 75'emîn de konferansek hatibû lidarxistin.
Rêber Abdullah Ocalan ji wê konferasê re peyamek şandibû. Ev çalakî ji aliyê derdorên nêzî tevgera me ve bi giştî hat lidarxistin. Herî dawî li Lozanê bi beşdariya hêzên Kurd konferanseke mezin di salvegera 100’emîn de hat lidarxistin. Li wir hin biryar hatin girtin û niha em di salvegera 102'yan de ne. Bi vê boneyê em ê dîsa hin çalakiyan lidar bixin. Lê belê çalakiya îsal xwedî taybetmendiyeke cuda ye.
Aydar, da xuyakirin ku piştî êrîşa Hamasê ya ku di 7’ê Cotmeha 2023’yan de dest pê kir, hevsengiya hêzê li Rojhilata Navîn bi lez diguhere û destnîşan kir ku pergalên Sykes-Picot û Lozanê êdî wateyên xwe winda kirine û got, “Statuyek nû derketiye holê. Divê gelê Kurd ji bo vê pêvajoyê amade be.”
Aydar, anî ziman ku nekarîna bicihanîna mafên destûrî li Başûr, nenaskirina navneteweyî ya statuya 13 salan a Rojava, gefên Îranê li Rojhilat û nebûna pêvajoyek aştiyê li Bakur di nav pirsgirêkên sereke de ne ku hîn jî ji bo Kurdan li benda çareseriyê ne.
Aydar, diyar kir ku geşedanên li herêmê berpirsyarî datîne ser milê wan û wiha domand, “Şert û mercên heyî wezîfeyên nû li ser me ferz dikin. Ji ber vê yekê, di salvegera 102’yemîn a Lozanê de em bi vê berpirsyariyê hemû Kurdan vedixwînin Lozanê. Em dibêjin: Werin em bi hev re vê pêvajoyê nîqaş bikin.
KNK'ê li ser vê mijarê nîqaşek da destpêkirin. Di civîna Meclîsa Rêveber de ku di hefteya destpêkê ya vê mehê de hat lidarxistin, plansaziyek têkildarî vê pêvajoyê hat kirin. Mijara yekîtiya neteweyî bi lezgînî li pêşiya me ye. Di konferansa ku me di salvegera 100’emîn a Lozanê de organîze kir, ji bo konferansa yekîtiya neteweyî biryar hat dayîn, lê hînê neketiye pratîkê. Ji ber vê yekê, em her kesên dixwazin tevkariyê li Lozanê bikin vedixwînin çalakiyê. Ev ne tenê meş an jî mîtîngek e, di heman demê de bûyereke ramanan e jî. Çalakiya ku wê mîna nîv meclîs be, dê Kurd, Asûrî, Suryanî û nûnerên baweriyên din jî lê amade bin.
Di çalakiyê de em ê li ser pêvajoya nû ya Lozanê li Rojhilata Navîn û pozîsyona Kurdan di nav wê de nîqaş bikin. Em ê bangekê li cîhanê jî bikin: Em ê daxwaza sererastkirina neheqiya mezin a beriya 100 salan hate kirin, bikin. Em ê bang li hêzên cîhanê bikin ku li ber vê neheqiyê bisekinin. Tevî ku 100 sal di ser re derbas bûne jî divê ev newekhevî bê sererastkirin. Em ê di çarçoveya naskirina mafên kurdan ên cewherî de piştevaniyê bixwazin. Di vê çarçoveyê de wê bangên me hebin. Ji bo vê jî em bi rengekî cuda nêzî çalakiya îsal dibin û em pir girîng dibînin. Em hemû Kurd û dostên wan vedixwînin Lozanê.
Aydar, di dawiyê de ji hemû hêz û komên peywendîdar ên Kurdistanî xwest ku li Lozanê bi awayekî ku li gorî ciddiyeta pêvajoyê be biaxivin û li gorî wan gotinan bi hev re tevbigerin.