BI DÎMEN

Zubeyde Zumrut: Em beşdarî Festîvala Şehîd Sînan Dersim bibin

Ji Hevserokiya KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut bang li gelê Kurd kir tevlî 5’emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Kurd a Şehîd Sînan Dersim bibe ku sibe wê li bajarê Marsîlya yê Fransayê were lidarxistin.

Ji Hevserokatiya Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropa (KCDK-E) Zubeyde Zumrut bang li her kesê kir ku tevlî 5’emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Kurd a Şehîd Sînan Dersim bibin ku sibe wê li bajarê Marsîlya yê Fransayê were lidarxistin.

Zubeyde Zumrut serdana esnaf û karmendên Kurd ên li Marsîlyayê kir û bal kişand ser girîngiya çand û hunera Kurdî.

Zubeyde Zumrut diyar kir ku çand û huner nasnameya gelekî ne û got, divê ew çand, ziman û nirxên xwe bidin jiyîn.

Zubeyde Zumrut destnîşan kir ku tevlîbûna festîvala Kurdan a li Ewropayê tenê hevdîtineke çandî nîne, di heman demê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo jî qonaxeke girîng e.

Zubeyde Zumrut li ser navê KCDK-E’yê bang li hemû gelê Kurd kir ku tevlî 5’emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Kurd a Şehîd Sînan Dersim bibe ku 21’ê Îlonê wê li bajarê Marsîlya yê Fransayê were lidarxistin.