BI DÎMEN

Ew nemirin, berê xwe dan serketinê

Zohre Altûn diyar dike şehîd ew kesên ku ‘berê xwe didin serketinê’ û dibêje ew ê têkoşîna wan zindî bimîne. Zohre Altûn got, “Şehadet heye, mirin heye û êşkence heye. Em di ferqa vê rastiyê de ne.”

Riza Altûn nêzî nîv sedsal e ji Tirkiyeyê heta Bakur, ji Rojhilat heta Başûr û ji Rojavayê Kurdistanê heta Ewropayê di astên jor de erk girt. Weke fermandarek leşkerî erk girt û bû dîplomatek serketî. Ew di heman demê de li zindanan bû sembola berxwedanê.

Li ser zaroktî, ciwantî û têkoşîna wî bi xwişka wî Zohre Altûn re em axivîn.

EZ NAHÊLİM HÛN CIWANÊN KURD WINDA BIKIN

Zohre Altûn dayika xwe Hatîce Altûn, weke yekem kes di malbata xwe de ku welatparêziyê fêrî wê kiriye, pênase kir. Zohre Altûn got, “Dayika min gelek caran ji Riza re digot, ‘Riza, wan li Dersim, Zîlan û Koçgirî me qir kir. Kurd nekarîn dengê xwe bilind bikin. Tu li vir têdikoşî, lê divê çek li Kurdistanê bê bikaranîn.’ Dema ku dayika min vê yekê got, hê koma Apoyî tune bû. Bi taybetî ji bo derdorên çepgir digot ‘Ez nahêlim hûn ciwanên Kurd li dilê Enqerê winda bikin..”

Zohre Altûn wiha dewam kir, “Dema Riza li zindanê li ber xwe dida, rêxistinên çepgir nûçeyên ‘teslîm bûye’ diweşandin. Dayika min dema çû hevdîtinê ji Riza re got, ‘Li derve dibêjin ku Riza teslîm bûye, Li cihê tiştek wisa bibihîsim bimre çêtir e.’ Piştre Riza dibêje ‘Dayê deqeyek min guhdarî bike’ û wiha dibêje “Ma tu van rêxistinan nasnakî, ka çawa bi me ve mijûl dibin.’ Li wir dayika min qanih dike û dişîne. Dema ku Riza tê girtin û diya min diçe girtîgehê, di dilê xwe de dibêje ‘Înşallah Haydar şehîd be’. Ji bo dayika min teslîmbûn û xiyanet ti carî nedihat efûkirin. Ji ber qirkirina li dijî Kurdan ji dewlet û kesên ku xizmetê dewletê dikin nefret dikir. Dema ku birayê min Haydar (Kara Omer) şehîd bû, dayika min qurban serjêkir û şêrînahî belav kir. Bir girtîgehê jî. Digot ‘Kurê min li ber xwe da û şehîd bû. Ez jî vê qurbanê diyarî kesên ku di zindanê de li ber xwe didin dikim.’ Dayika min jineke Kurd a serhildêr bû.”

RIZA BI ÇEKAN BER BI KURDISTANÊ VE RÊWÎ KIR

Zohre Altun diyar kir ku dema Riza Altûn ber bi Kurdistanê ve rêve ket, çeka wî ya yekemîn ji aliyê diya wî ve hatibû kirîn û wiha got: “Êdî heval yek bi yek ber bi Kurdistanê ve diçûn. Hakî gihîştibû şehadetê. Dayika min ji bo Riza çeka wî ya yekemîn kirî û wî rêwî kir. 50 lîre jî pere da wî. Baş tê bîra min, ew çek ‘Fransız onlûsû’ bû. Dema Kemal bi ken ji diya min re got, ‘dayê, te çima ji min re nekirî?’ diya min got, ‘ez ê ji te re jî bikirim kurê min.’ Kemal bişirî û diya min hembêz kir û got, ‘na, na dayê, em ê bistînin, tu xeman nexwe.”

JI DEWLEMENDAN DISTAND, LI SER BELENGAZAN BELAV DIKIR

Zohre Altun diyar kir ku Riza Altûn ji aliyê gel ve pir dihat hezkirin û ji bo çareserkirina derd û pirsgirêkê belengazan her tişt dikir û ev bîranîn parve kir: “Rojekê Riza û koma wî gotin, ‘Em ê ji nexweşxaneyê diziyê bikin.’ Ew beşê fabrîkaya cilşûştinê ya Nexweşxaneya Hacettepeyê bû. Li wir makîneyên nivîsandinê, nivîn û cil hebûn. Her wiha tunelek dirêj a di binê erdê de jî hebû. Ji Saman Pazarî diketî, ji Kizilayê derdiketî. Kamyonek hatibû kirêkirin. Kamyon li ber derî rawestandibûn û ji wê fabrîkayê ew qas tişt hatin standin ku nayê gotin. Nobedarê fabrîkayê girêdabûn. Piştî ku tişt hatin standin, derketin. Lê belê, hevalekî ji komê di hundir de ji bîr kiribûn. Ew hevalê ji bîr kirî gelek caran gazî dikir, ‘Şirket, Şirket,’ da ku hevalên wî vegerin û wî bigirin. Nobedar ev yek bihîst û fêm kir ku ‘Şirket’ kî ye. Koda Riza êdî dihat zanîn. Nobedar çû û ev yek ji rêveberê nexweşxaneyê re got. Bêguman, Riza û hevalên wî paşê bi rêveber re axivîn da ku ev mesele belav nebe. Nexwe li Enqereyê di nav nifşê şoreşger de nikaribû bijîya. Riza û hevalên wî ev tişt bi giranî li Tûzlûçayirê û taxên din ên malen xîzan li ber deriyê belengazan datanîn. Ji ber vê yekê Riza û koma wî pir dihatin hezkirin. Riza gelek caran li esnafan digeriya û ji bo malbatên belengaz xwarin û pêdivî kom dikir. Li Tûzlûçayirê, mirov sibe dema radibûn û li ber deriyê xwe yan xwarin yan jî tiştekî malê didîtin. Riza û koma wî ji dewlemendan distandin û ji belengazan re belav dikirin. Ji ber vê yekê dihatin hezkirin. Di komê de Doğan Kiliçkaya, Şahin Kilavuz û Îbrahîm Bilgin jî hebûn. Ji bo belavkirina tiştan civîn dihatin çêkirin, malbatên ku diviyabû alîkarî lê bê kirin dihatin diyar kirin. Polîsên ku êrîşî gel dikirin, qet nikaribûn bikevin Tûzlûçayirê. Di kêliya ku bikevin hûndir, dihatin tazîkirin û di nav gel de dihatin teşhîrkirin.”

DAYIKA MIN RIZA DIPARAST

Zohre Altûn, ku diyar kir ku diya wê her tim Riza Altûn diparast, rûtîna malbatê wiha vedibêje: "Riza di nav malbatê de xwedî taybetmendiyek bi vî rengî bû: her kesê ku li malê dixebitî, li ser daxwaza diya min, ji mûçeya xwe ya mehane 500 lîre dida Riza. Mînak, xwişka min Bezar, birayê min û bavê min - em pênc kes di malbatê de dixebitîn  û me mehane mûçe dida Riza. Her çend Riza nexebitî jî, mûçeya wî bi gelemperî ji ya me zêdetir bû. Demek nerazîbûn çêbû, lê diya min got, 'Na, pêdiviya Riza bi vî pereyî heye. Ew van ji bo hevrêyên xwe xerc dike.'"

LI CIHÊ BIRAYÊ XWE ÎMZE AVÊT

Riza û birayê min pir dişibin hev. Birayê min li şaredariyê midûr bû. Rojekê Riza ji bo karekî çû şaredariyê û ji ber ku ew pir dişibiya birayê min, wî li şûna wî îmze avêt û kar qedand. Sibeha din, dema ku birayê min gihîşt şaredariyê, karmend belgeya îmzekirî danî ber wî û got ‘keremke midûr’. Birayê min lê nihêrî û kûr fikirî, di dilê xwe de dibêje ‘Min kengî û çawa ev îmze kir?’ Dema ku karmend got, ‘midûr, te duh îmze kir,’ birayê min fêm kir û got "Ya Xwedê, ev karê Riza ye. Ez texmîn dikim ku ev kaxez ji bo karê malbateke xizan bû.”

RIZA XWE KIR MERTAL

Riza Altûn li ser rêya ber bi Amediyê qezayek derbas kir. Zöhre Altun bûyerê wiha vedibêje: "Riza û Kesîre di otobusekê de li ser rêya ber bi Amedê bûn. Otobus di dema ajotinê de wergeriya. Riza xwe avêt ber Kesîre da ku wê rizgar bike. Kesîre li ser Riza ket û ranê Riza şikest. Me Riza bi balafirê anî. Lêgerîna Riza hebû. Doktoran gotin, 'Wî bibin malê, em ê li wir wî derman bikin.' Doktor her roj dihatin malê û Riza derman dikirin. Ev pêvajo nêzîkî şeş mehan dom kir. Dema ku ew baş bû, ew çû Kurdistanê û careke din venegeriya."

DARBEYA LEŞKERÎ PÊK HAT Û RIZA HAT GIRTIN

Zohre Altûn pêvajoya girtina birayê xwe Riza Altûn û berxwedana wî ya li zindanê wiha vedibêje: "Bi darbeyê re, ez gelek caran hatim binçavkirin û berdan. Me bihîst ku Riza di otomobîleke desteserkirî de hatiye girtin. Qereqol û bajarek ku me pirsa wî nekiribû nemabû. Li her deverê digotin ‘kesek bi vî rengî nîne.’ Diya min heta nameyek ji Kenan Evren re nivîsand. Dema ku em li Riza digeriyan, derket holê ku ew rastî êşkenceyê dihat. Ez û diya xwe ji qereqolê diçûn qereqolek din, ji bajarekî diçûn bajarekî din; kesî ji me re cihê Riza negot. Carekê digotin li Dîlokê ye, carekê digotin li Êlih an jî Amedê ye. Eger me nedaba du wî, dê bi êşkenceyê qetilkiribana.

Di dawiyê de, bi rêya têkiliyek li Dîlokê, diya min pênc hezar lîre, pereyê wê demê, da polîsekî ku wêneyekî Riza di girtîgehê de bîne. Wê pênc hezar lîreyên din da polîsan û şandina Riza ji Dîlokê ber bi Amedê ve misoger kir. Ez û diya xwe çûn Girtîgeha Leşkerî ya Amedê da ku Riza bibînin. Malbatên Mazlûm Dogan û Xeyrî Durmuş jî li wir bûn. Malbata Mazlûm Dogan li navçeya Rezan a Amed xaniyek kirê kiribû. Ji ber ku her roj em an di girtîgehê de bûn an jî li dadgehê bûn. Carinan em li Amedê mala Alî Kiliç diman.

Dema ku em nêzîkî girtîgeha leşkerî dibûn, me gelek caran dengê êşkenceyê ji hundir dibihîst. Bûyerek ku qet ji bîra min naçe heye. Dema ku ez û diya xwe nêzîkî girtîgehê dibûn, berf pir dibarî. Girtiyan bi cilên binî û kincên xwe yên jêrîn kaş kirin hewşa girtîgehê û ferz dikirin ku Sirûda Neteweyî bixwînin. Berf sor bibû ji xwînê. Diya min bi dengek bilind qêriya û got, ‘Kurê min, li ber xwe bide, qet teslîm nebe. Yên ku li ber xwe didin qet namirin.’ Ji hundir me qîrînên ‘Em li ber xwe didin, hûn jî li derve li ber xwe bide’ bihîstin.

Çavên diya min Riza ket. Leşkeran Riza birin hewşê û hewl didan ku Sirûda Neteweyî bi wî bidin xwendin. Lê Riza nexwest bixwîne. Dema ku leşkeran Riza bi zorê hewl didan Sirûdê bidin xwendin çavê Riza li diya min ket û bi dengek bilind strana "Hawar, Hawar Hatîceya delal, Hatîceya çav-mercan, ez qurbana te me, Hatîce.’ stra. Dayika min digot qey Riza sirûdê dixwîne, ji Riza re got, ‘Riza xwedê belayê xwe li te bide tu çawa sirûdê dixwîne.’ Riza jî bi dengekî bilind li ser leşkeran qîriya û got, ‘Ha ji we re sirûd min xwend.’ Leşkeran bi vê helwesta ku ne libenda wê bûn kenîn. Piştre Esat Oktay Yildiran hat û qîriya û got, ‘Van kesan bibin hundir."

HEVDÎTIN TENÊ SÊ SANIYE BERDEWAM DIKIR

Rêveberiya girtîgehê hewl da ku di her serdanê de me neçar bike ku em li ser lingekî bisekinin. Li hundir êşkence li me dihat kirin; li derve zext hebû. Serdan tenê sê saniye dom dikir. Carinan bi daran li me dixistin. Di serdanekê de, me cîh bi malbata Mazlûm Dogan re guherand û diya min bi Mazlûm re hevdîtin kir. Diya min ji Mazlûm pirsî, ‘Ma rast e ku endamên PKK’ê teslîm bûne?" Mazlûm bersiv da, ‘Ji endamên DDKO’yê yên li derve li ser me pirsan bikin; ew ê ji we re bibêjin ka em çawa li ber xwe didin."

Roja Înê ya din, berî serdanê, diya min ji malbatên endamên DDKO’yê yên li derveyî deriyê girtîgehê pirsî û hîn bû ku her 18 kesên li hundir endamên PKK’ê ne û kesekî ji bilî wan li ber xwe nedaye.

JI BO ESAT OKTAY YILDIRAN BERSIVEKE XURT

Esat Oktay Yildiran li Zindana Amed êşkenceya hovane kir. Rêveberiya girtîgehê ji malbatê re got ku Riza Altun êdî li cem wan nîne. Zohre Altûn vedibêje, “Du caran hewl dan ku Riza bişînin bajarên derdor. Esat Oktay ji diya min re got, 'Êdî li vir kesek bi navê Rıza tune. Me kurê we kuşt.' Diya min bersiv da: ‘Bila serê min sax be. Ez hîn ciwan im, ez ê dîsa zarok bînim. Wê demê ez heta wî negirim, ha mirî ha zindî ji vir dernakevim.’ Piştre Yildiran dijûn li diya min kir û diya min jî bersiva wî da û dijûn kirin. Li ser vê gardiyanan bi çoyan li me xistin û me avêtin derve. Piştre em hîn bûn ku Riza neh meh li Dîlokê êşkence lê hatiye kirin.”

EW JI MIN RE DIBÊJIN, "ÇIMA TU NAGRÎ?"

Zohre Altûn, destnîşan dike ku şehadet beşek ji têkoşînê ye û şehîdan wekî "kesên ber bi serketinê diçin’ bi nav dike. Zohre Altûn bi vî rengî hestên xwe parve dike, "Di derbarê şehîdbûna Riza de, di dawiyê de şer heye û wekî ku wî gotiye, şer dikarin pir hovane bin. Şehîdbûn heye, mirin heye, êşkence heye. Em van rastiyan hemû dizanin. Mînak ji min re dibêjin ‘Çima tu nagrî?’ Em ji bo vê amade bûn. Meseleya welatek heye. Ev tenê bi yek kesî çareser nabe. Hûn nikarin tenê ji ber ku kesek şehîd bûye paşve gav bavêjin. Divê em pêşve biçin û hîn bi hêztir şer bikin. Pêvajoyek bi dawî bû, yek nû dest pê kir. Bê guman, di vê pêvajoyê de em hewceyê wan in. Ew gihîştin şehadetê. Ew ber bi serketinê ve bazdan. Em ji wan re nabêjin "mirî". Em ji wan re dibêjin "ewên ku berê xwe dane serketinê.’ Em ê wan di têkoşîna xwe de zindî bihêlin. Dema ku min nûçeya şehadeta heval Riza û Fûat bihîst, xwêdana min sar bû. Piştî vê yekê tansiyona min bilind bû. Min nikarîbû tiştek bibêjim. Heval hebûn tenê bêdeng cemidî mam. Te her tişt dîtiye, te gelek şehîd dane, te Kemalan, Mazlûman û Heqiyan dane. Tu dikarî Riza jî bidî. Tu her tim bi vê rastiyê re dijî. Çavên me her tim li radyoyê, li televîzyonê, li nûçeyan bû. Em her tim ji bo vê yekê amade bûn. Ji bo hevrê Fûat jî bi vî rengî.

HEVDÎTINA MIN A DAWÎ BI KEMAL RE

Zohre Altûn derbarê Kemal Pîr, berxwedêrê rojiya mirinê, van tiştan vedibêje, “Kemal Pîr her tim ji min re digot 'xwişk.' Rojekê, wî peyamek şand û got, 'Ji xwişkê re bêje bila were danişîna min. Ger ew bikaribe, ji Vakko cil û bergek bîne da ku ez bikaribim biçim danişînê.' Ez çûm û ji Vakko cil û bergek kirî. Huseyîn Yildirim hêrs bû û got, ‘Nahêlin ev cil û berg bikevin hundir.’ Me bi hezaran lîre xerc kir, hevdîtin kirin. Me ew cil û berg xist zindanê. Dema ku dem hat, ez çûm cem Kemal. Ez çûm hevdîtina wî û min dît ku Kemal tê; cilên wî dirandî bûn û rihên wî dirêj bibûn. Bi Kemal re sohbetek dirêj me kir, di hevdîtinê de wî got, ‘Ji her kesî re bêje ka li vir çi diqewime." Kemal ji min re got ku ew ê dest bi rojiya mirinê bikin û dê careke din nekaribin werin hevdîtinê. Hevdîtineke hestiyar bû, em ji hev veqetiyan. Ew cara dawî bû ku min Kemal dît. Wî tenê carekê, ji bo rûniştina dadgehê, cil û bergên ku min anîbûn li xwe kiribû.

EZ TENÊ JI BO KEMAL GIRIYAM

Gava ku ez herî zêde xemgîn bûm, şehadeta Kemal Pîr bû. Wê demê ez li Sûriyeyê mala Rêbertiyê bûm. Dema ku min agahî girt, bi dizîkan digiriyam. Ew kêliya herî dilşikestî ya jiyana min bû. Wê demê jî, rastiya Rêber min li ser piyan girt. Hebûna bi wî re hem ji hêla hestyarî û hem jî ji hêla derûnî ve min li ser piyan digirt. Ez nêzîkî salek û nîv li ba Rêbertî mam. Roj bi 24 saetan bi têkoşîn û civînan derbas dibû. Bêdengiya Rêbertî jî mirov li ser piyan digirt. Mazlûm Dogan jî wisa bû; çiqas hêrs bibûya jî, çavên wî her tim dikeniyan û ev yek baweriyê dida min. Hebûna bi Rêbertî re wisa bû. Wê kêliyê mirin nayê bîra mirov.”