Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) û Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) di şexsê endama Konseya Fermandeya YJA Star û HPG’ê Emîne Erciyes (Nazlî Taşpinar), Zîn Zagros (Şehrîban Akin) û Ekîn Amara Toldar (Leyla Acar de ji bo gerîlayên di dîrokên cûda de şehîd bûne Mîhralî Yilmaz (Tamer Koç), Çekdar Bêzar (Ozcan Bektaş), Roşer Tolhildan (Ali Kemal Arslan), Dîcle Arya (Sabriye Dûman), Mordem Çewlîk (Bûlût Kîşîn), Dijwar Gulo (Bariş Eren) û Zenda Bermal (Zîlan Elodie Şahîn) merasîma bîranînê li dar xistin.
KARAHAN: ERKA ME EW E KU EM XWEDÎ LI TÊKOŞÎNA WAN DERKEVIN
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Nûnerê KOMAW’ê Mustafa Karahan pêşî axivî. Karahan diyar kir ku şehîd afirînerê pêşketina Têkoşîna Azadiya Kurd in û got, "Ji şehîdê yekem heta şehîdê dawî, ji bo vê têkoşînê canê xwe dan. Erka me ew e ku em xwedî li têkoşîna wan derkevin."
CIWAN EREN: DIJWAR ŞEHÎDÊ ME SÊYEMÎN E, EM BI WAN SERBILIND IN
Birayê şehîd Dijwar Gulo, Ciwan Eren jî di bîranînê de axivî. Eren destnîşan kir ku sê şehîdên malbata wan hene û got, "Dijwar şehîdê me yê sêyemîn e. Du birayên min berê şehîd bûn. Em bi şehîdên xwe serbilind in; ew şehîdên gel in. Şehîd namirin."
GOYÎ: GER EM BIBIN YEK, EM DIKARIN XWEDÎ LI ŞEHÎDÊN XWE DERKEVIN
Nûnera Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Cahîde Goyî bi gotina navên şehîdan dest bi axaftina xwe kir û gotinên Rêbertî yên "Bîranîna her şehîdekî giran e" bi bîr xist û got: "Azadiya welatê me bê berdêl nabe. Ev şehîdên hêja bi dayîna canê xwe berdêl dan. Ger em bibin yek, em dikarin xwedî li felsefeya Rêbertî derkevin û hêjayî şehîdên xwe bin."
Goyî bal kişand ser êrîşên dawî yên li dijî Tevgera Azadiya Kurd û anî ziman ku divê bi taybetî malbatên şehîdan û her kes berpirsiyariyê bigirin ser xwe û wiha domand: "Divê welatparêzên rastîn xwedî li vê pêvajoyê derkevin. Divê em rê nedin kesên ku bedel nedane û pesnê xwe didin."
Hunermendên Hunera Mizgîn di bîranînê de zêmar gotin.
Bîranîn bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.