Li paytexta Elmanya Berlînê, li ber Parlamentoya Federal a mitîng hat lidarxistin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û "mafê hêviyê" hat kirin.
Li ser banga Meclîsa Jinan a Dest-Dan Hêvî û Nav-Berlînê, Kurd û dosrên wan li ber avahiya parlamentoyê kom bûn. Berpirsa Têkiliyên Derve ya Partiya Çep (Die Linke) Cansu Ozdemîr, parlamenterê Partiya Çep û endamê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê Vinzenz Glaser û parlamentera Federal Mirze Edis jî beşdarî mitîngê bûn.
GLASER: MAFÊ HÊVIYÊ NIRXEKE GIŞTÎ YE
Endamê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê Vinzenz Glaser di axaftina xwe de daxwaza xwe ya ji bo azadiya Rêber Apo dubare kir û got: "Abdullah Ocalan ji sala 1999’an vir ve di girtîgehê de ye. Divê ev girtina neqanûnî û dermirovî bi dawî bibe. Ev ne tenê ji bo mafên wî yên şexsî, di heman demê de ji bo ji nû ve destpêkirina pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê jî girîng e."
Glaser bi bîr xist ku Parlamentera Partiya Çep Sarah niha li Mêrdînê ye û civînan li dar dixe û li ser girîngiya zextên ji Ewropayê li ser pirsgirêka Kurd raestiya. Glaser diyar kir ku divê Ewropa di warê pîvanên mafên mirovan de tawîzê nede û wiha berdewam kir: "Heke em mafê hêviyê neparêzin, em ê yek ji stûnên bingehîn ên nirxên xwe yên giştî winda bikin. Banga me ji bo Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û welatên endam eşkere ye: divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe, divê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê werin bicîhanîn û divê nexşerêyek girêdayî ji bo reformên qanûnî were danîn."
CANSU ÖZDEMÎR: JI BO AZADIYA RASTÎN, DIVÊ HEMÛ DENG BÊN BIHÎSTIN
Parlamentera Partiya Çep Cansu Ozdemîr jî di axaftina xwe de li ser polîtîkaya derve, mafên jinan û pirsgirêka Kurd axivî û got: "Sîstemeke demokratîk, berfireh û femînîst li Rojhilata Navîn mimkun e. Rêxistinên mîna HTŞ’ê, bi saziyên xwe yên navendî yên ku jinan ji holê radikin, nikarin bibin alternatîf. Tevgera Jinên Kurd îspat dike ku pêşerojek din li vê herêmê mimkun e."
Cansu Ozdemîr bal kişand ser tevgera "Jin, Jiyan, Azadî" ku piştî mirina Jîna Emînî li Îranê dest pê kir û diyar kir ku ev gotin êdî bûne manîfestoyeke azadiya jinan a gerdûnî.
Cansu Ozdemîr wiha domand: "Ger Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û bi hezaran muxalifên din hîn jî di girtîgehê de bin, em nikarin li Tirkiyeyê behsa azadiya rastîn bikin. Ji ber vê yekê, tevlêbûna Abdullah Ocalan di pêvajoyê de ji bo çareseriyeke demokratîk pir girîng e. Wekî Partiya Die Linke, em bi hêzên pêşverû yên li Rojhilata Navîn re piştgiriyê didin daxwazên aştî û demokrasiyê."
Mitîng bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.