Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê ji 25’ê Çileya 2021'an ve li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) çalakiya nobetê ya “Ji Rêber Apo re azadî” tê lidarxistin di hefteya 238’an de berdewam kir. Di çalakiya vê hefteyê de fermandarê pêşeng ê Pêngava 15’ê Tebaxê Egîd û şehîdên vê dawiyê Koçero Urfa, Nûreddîn Sofî û Bahtiyar Gabar hatin bibîranîn.
Çalakî di çarçoveya kampanyaya “Dem dema azadiyê ye” de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li qada Nationsê hate lidarxistin. Cihê çalakiyê bi wêneyên Egîd û pêşengên din ên şehîd û bi gulên sor hate xemilandin.
MÎRATEYA WAN RÊ NÎŞANÎ BERXWEDANA ME DIDE
Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştre, li ser navê Komîteya Çalakiyê ya Cenevreyê Veli Eren axivî û diyar kir ku mîrateya fedakarî û berxwedana Egîd û pêşengên din rê nîşanî têkoşîna gelê Kurd dide.
Eren got: “Em li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînin û soza bilindkirina têkoşînê didin. Şehîdên pêşeng Egîd, Koçero Urfa, Nûreddîn Sofî û Bahtiyar Gabar ne tenê li qada şer, di hişmendiya azadiyê ya gel de jî dijîn. Têkoşîna wan rêgeha meşa me ya azadiyê ye.”
Eren, di axaftina xwe de mîrateya dîrokî ya berxwedana gelê Kurd bi bîr xist û got ku pêvajoya aştiyê û çareseriyê ya di bin rêbertiya Rêber Apo de tê meşandin bi yekitiya neteweyî dikare bi ser bikeve. Eren, gotina Qazî Mihemed “Du car du yek dike” bibîr xist û got: “Azadî bi yekîtiyê tê bidestxistin. Yekîtiya neteweyî ya Kurdan wê hem dîrokî hem jî siyasî bibe destketiyek mezin.”
Eren bal kişand ser girîngiya Komîsyona Çareseriyê ku li Meclisê hatiye avakirin. Eren anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker li hember gavên dîrokî yên Tevgera Azadiyê ti gavekî berbiçav neavêtiye û got: “Dema gavên pratîk hatiye. Divê ziman, çand û hemû mafên bingehîn ên gelê Kurd bi destûrê bên misogerkirin.”
LI DIJÎ ÊRÎŞ Û DAGIRKERIYÊ BANGA BERXWEDANÊ KIR
Eren li ser êrîşên hewayî yên dijwar ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û hewldanên dagirkeriyê yên sînor derbas dikin rawestiya û got ku daxwaza dewleta Tirk a “bêçekbûnê” dûrî rastiya Rojhilata Navîn û Kurdistanê ye û woha domand: “Bêçekbûn tenê bi aştiyeke bi rûmet û çareseriyeke li ser bingeha îradeya gelan pêk tê.”
Eren bang li saziyên navneteweyî yên weke NY, CPT û Parlamentoya Ewropayê (PE) kir û got: “Di 102.’yemîn salvegera Peymana Lozanê de, hemû mafên me yên hatine desteserkirin vegerînin. Ev yek deynê stûyê hemû dewletên ku peyam îmzekirine ye. Ev deyn diviyabû berê bihata dayîn. Gelê Kurd êdî geleke hişyar, rêxistinbûyî û nayê xapandin e.”
Di çalakiyê de banga beşdarbûna çalakiya navendî ya ku di 17’ê Tebaxê de li bajarê Grenchen ê Swîsreyê bê lidarxistin, hate kirin. Çalakiya rûniştinê heta saet 17:00’an berdewam kir.