Young Struggle: 11 sal derbas bûn, hê jî li Parîsê edalet pêk nehatiye
Young Struggle, destnîşan kir ku di ser Komkujiya Parîsê re 11 sal derbas bûne, lê hê jî edalet pêk nehatiye û banga tevlîbûna çalakiyên wê 6'ê Çileyê kir.
Young Struggle, destnîşan kir ku di ser Komkujiya Parîsê re 11 sal derbas bûne, lê hê jî edalet pêk nehatiye û banga tevlîbûna çalakiyên wê 6'ê Çileyê kir.
Young Struggle, daxuyaniyeke nivîskî weşand û bal kişand ser komkujiya 9’ê Çileya 2013’yan ya li Parîsê ku tê de yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin û got, “11 sal derbas bûn, hê jî edalet pêk nehatiye û hewl tê dayîn li ser bûyera komkujiyê bê girtin.”
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Li aliyek civaka Kurd û gelê Fransayê ji bo daxwaza edalet û heqîqetê seferber bûbûn, li aliyê din êrîşeke duyemîn li dijî civaka Kurd pêk hat. Di 23’ê Kanûna 2022’yan de terorîstekî rastgir êrîşê Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û di heman demê de du kargehên Kurd ên li heman kolanê kir. Mîna êrîşa destpêkê, faîlên vê komkujiyê jî ji aliyê hikûmeta Fransayê ve tên veşartin.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku, komkujî ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin û hat gotin ku hikûmeta Fransayê bi veşartina berpirsyarên rastî ên komkujiyê dibe hevkar.
Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin:
Em bang li tevahî enternasyonalîst, şoreşger û demokratan dikin ku li dijî komkujiyan rabin ser piyan, daxwaza edalet û heqîqetê bikin û di 6’ê Çileya 2024’an de bi kombûna li ber Gare du Nord di saet 11:00 de şehîdên xwe bi bîr bînin."