YMK: Di perwerdeya Kurdî de pêvajoya akademîk û dîjîtal

Cîgirê Serokê YMK’ê Alîşer Sayan got: "Li Elmanyayê dersên Kurdî ji bo zarokên Kurd ne tenê derseke zimanî ye. Ew derfet in ku zarok bi malbat, çand, dîrok û nasnameya xwe re têkiliyeke xurtir ava bikin."

Yekîtiya Mamosteyên Kurd a li Elmanyayê (YMK), di qonaxa duyem a xebatên xwe de giranî dide ser pîşeyîbûn, materyalên dîjîtal û entegrasyona teknolojiyên nû. Cîgirê Serokê YMK’ê Alîşer Sayan balê dikişîne ser amadekirina 31 pirtûkên dersê û hewldanên ji bo perwerdehiya akademîk a mamosteyan. Sayan destnîşan dike ku li dijî xemsariya sîstemê û malbatan, ew Kurdiyê bi platformên nûjen û “Hişê Destkar” (AI) re digihînin hev û dibêje: “Ji bo ku zimanê me di sedsala nû de winda nebe, divê di her warê teknolojiyê de bibe xwedî deng û vîzyonê.”

HÎNDEKARIYA KURDÎ LI ELMANYAYÊ

Cîgirê Serokê YMK’ê Alîşer Sayan derbarê rewşa dersên Kurdî û pêvajoya perwerdeyê de ev tespîtên girîng kirin: “Li Elmanyayê xwendekar dikarin di çarçoveya dersên zimanê dayikê de hin zimanan hilbijêrin. Kurdî, bi zaraveyên xwe yên Kurmancî, Soranî û Kirmanckî/Zazakî, li hin eyaletên Elmanyayê wek zimanê dayîkê tê pêşkêşkirin. Ev rewş ji bo malbatên Kurd derfeteke girîng e, ji ber ku zarok dikarin zimanê ku di nav malbatê de dibihîzin, bi awayekî nivîskî û akademîk jî hîn bibin. Tevî vê yekê, maf û derfeta hîndekariya Kurdî li hemû Elmanyayê bi awayekî wekhev tune ye. Dersên Kurdî bi taybetî li hin herêman wek Bremen, Hamburg, Niedersachsen û Nordrhein-Westfalen bi awayekî nasnameyî cih girtine. Di salên dawî de Berlin, Brandenburg, Rheinland-Pfalz û Saarlandê jî li vê qadê gav avêtine. Lê hêj jî gelek bajar û eyalet hene ku zarokên Kurd nikarin bi hêsanî beşdarî dersên Kurdî bibin. Vê pirsgirêkê gelek sedemên xwe hene. Ji aliyekê ve pêdivî bi biryar û piştgiriya dezgehên perwerdehiyê yên fermî heye. Ji aliyê din ve jî divê malbat zarokên xwe qeyd bikin, daxwazên xwe bi awayekî rêkûpêk ragihînin û piştgiriyê bidin mamosteyan. Dema daxwaz kêm xuya dike, dersên Kurdî bi hêsanî nayên vekirin an jî nayên berfirehkirin. Ji ber vê yekê hişyarkirina malbatan yek ji xebatên girîng ên YMK’ê ye. YMK di salên derbasbûyî de ji bo destxistin û firehkirina mafê perwerdehiya Kurdî li welatên Ewropayê hewl daye. Lê ji ber xemsariya hin sazî û malbatan, kêmbûna siyasetek berbiçav di warê perwerdehiyê de û kêmasiya beşdarbûna hin mamosteyan, armancên ku hêvî lê dihat kirin bi tevahî nehatine pêkanîn. Li NRW'ê hin eyaletên din mafê zimanê dayikê jî wek zimanê biyanî yê duyem bê hilbijartin û heta polên 13'an bên dayin. YMK'ê bi wezareta perwerdeya NRW'ê re ji bo ev maf ji bo Kurdî jî hebe hewl dan. Wezaretê jî ji bo vê rê da lê mixabin ji ber xemsariya malbatan ku zarokên xwe qeyd nekirinê ev pêk nehat. Ev rastî nîşan dide ku hîndekariya zimanê dayikê tenê bi hewldana komeleyekê nayê avakirin; pêdivî bi hevkariya sazî, malbat, mamoste û dezgehên fermî heye."

PERWERDEYA MAMOSTEYAN Û PÊDIVIYA BI BERNAMEYEKE DOMDAR

Alîşer Sayan derbarê perwerdahiya mamosteyan de ev agahî dan: “Hîndekariya Kurdî li Elmanyayê sal bi sal pêş dikeve û hejmara xwendekar û mamosteyan zêde dibe. Lê derfetên taybetî yên perwerdehiya mamosteyên Kurdî hêj jî gelek kêm in.

YMK'ê çend sal berî vê  ji bo perwerdeya mamosteyan projeyek amade kir û li Elmanyayê li hin zanîngehan hewl da ku perwerdeya bê dayin lê mixabin ev derfet jî hêj pêk nehatiye. Dîsa ji bo kesên mamostetiya zimanê Kurdî bike, divê di asta bilind C1’ê de serfifîkaya wan a zanîna zimanê Kurdî hebe. Heta niha dezgehek zanistî ku karibe li Elmayayê wan ezmûnan çêbike û sertifikayan bide tunebû. Di sala 2020'an de YMK'ê bi beşa Kurdî ya Parîsê re bi hevkarî û alîkariya serok, beşa Kurdî Dr. Îbrahîm Seydo kursek sertifikayê ya pedagojiya bingehîn û ya zimanê Kurdî C1’ê hat çêkirin û zêdeyî 50 mamosteyî ji zanîngehê sertîfîka girtin. Dîsa bi hevkariya Akademiya Yekmalê ev 3, 4 sal in li Elmanyayê ji bo mamosteyên Kurdî û wergêran ezmûnên C1'ê tên çêkirin. Yekmal Akademî salê 2 caran van ezmûnan çêdike.

Mamoste pir caran bi îmkanên xwe yên sînorkirî hewl didin ku pirsgirêkên dersdayînê çareser bikin. Ew ne tenê bi mijarên pedagojîk re rû bi rû ne, lê her wiha bi pirsgirêkên devokî, standarda nivîskî, kêmbûna materyalan û astên zimanî yên cuda yên xwendekaran re jî dixebitin.

Semînerên ku mamosteyên Kurdî têde beşdar dibin gelek caran semînerên giştî ne, ku ji bo hemû mamosteyên dersên zimanê dayikê hatine amadekirin. Ev semîner her çend sûdwer bin jî, gelek caran bersiva taybetmendiyên hîndekariya Kurdî nadin. Hîndekariya Kurdî pêdivî bi rêbazên taybet heye, ji ber ku rewşa ziman, devok, nivîs, materyal û malbatên Kurd ji gelek zimanan cuda ye.

Di vê çarçoveyê de Komîsyona Perwerdehiya Navxweyî ya YMK’ê dixwaze valahiyeke girîng dagire. Armanca komîsyonê ew e ku ji bo mamosteyên Kurdî bernameyeke salane ya kargeh, semîner û perwerdehiyên pîşeyî amade bike. Ev bername divê li ser bingeheke zanistî, pedagojîk û daîmî ava bibe û ne tenê li gorî pêdiviyên demkî were rêxistin.

Bernameyeke wisa dikare ji mamosteyan re derfet bide ku ezmûnên xwe bi hev re parve bikin, pratîkên kêrhatî nas bikin, li ser materyalan bi hev re bixebitin û stratejiyên nûjen ên hîndekariya zimanê dayikê hîn bibin. Her wiha ev platform dikare mamosteyan ji aliyê moralî jî xurt bike, ji ber ku mamosteyên Kurdî gelek caran bi zehmetiyên hevpar re rû bi rû ne lê derfetên wan ên hevparvekirin û hevkariyê sînorkirî ne.

Di nav astengiyên herî girîng de îqnakirina malbatan ji bo qeydê zarokan, kar bi xwendekarên astên cuda, kêmbûna dem û saetên dersê, kêmbûna materyalên standard û siyaseta dijî Kurdî ya hin dewletan cih digirin. Ji ber vê yekê mamosteyên Kurdî wek aktorên sereke yên parastina zimanê Kurdî divê bi awayekî pîşeyî, berdewam û xurt werin piştgirîkirin.”

MATERYAL, PIRTÛK Û ÇAVKANIYÊN HÎNDEKARIYÊ

Yek ji xebatên YMK'ê yên girîng amadekirin û çapkirina pirtûk materyalên hîndekariyê ye. Alîşer Sayan, ev agahî dan: “Heta niha komeleyê 31 pirtûkên ji bo dersên Kurdî li Elmanyayê amade kirine û çap kirine. Ev pirtûk di gelek dersên Kurdî de wek çavkaniyên bingehîn tên bikaranîn. Ev rastî ji aliyê sazîbûnê ve girîng e, ji ber ku hîndekariya zimanekî bê materyalên standard û rêkûpêk nikare bi awayekî domdar pêş bikeve. Komîsyona Materyalên Perwerdehiyê ya YMK ji bo amadekirin, nirxandin û pêşxistina materyalên dersa zimanê Kurdî hatiye avakirin. Ev komîsyon materyalan ji aliyê pedagojîk, dîdaktîk, metodîk, rêzimanî û redaktekirinê ve dinirxîne. Armanca komîsyonê ew e ku materyalên ku di dersan de tên bikaranîn, hem ji aliyê zanistî ve rast bin, hem ji aliyê pedagojîk ve li gorî temen û astên xwendekaran werin amadekirin. Materyalên ku di çarçoveya YMK’ê de tên amadekirin tenê pirtûkên xwendinê nînin. Di nav wan de pirtûkên xebatê, ferhengok, memory, domîno, materyalên duzimanî yên Kurdî-Elmanî, materyalên dîtbar û bihîstbar, materyalên dijîtal, çîrok û lîstikên pedagojîk jî hene. Ev cûrbicûrî ji bo dersên Kurdî gelek girîng e, ji ber ku zarok bi rêbazên cuda hîn dibin û hîndekariya ziman divê ne tenê li ser nivîsandin û xwendinê, lê her wiha li ser guhdarî, axaftin, lîstik û çalakiyên çandî jî ava bibe. YMK ji bo sîparîş û belavkirina van materyalan xizmeteke taybet jî pêşkêş dike. Komel ji ber ku saziyeke giştî û ne-qezencî ye, fatûreyên xwe bê baca nirxê lêzêdekirî amade dike. Ev yek ji bo dibistan, sazî, malbat û mamosteyan hêsanî çêdike ku pirtûk û materyalan bi awayekî fermî û rêkûpêk bistînin.

KOMÎSYONÊN YMK'Ê Û ÇALAKIYÊN CIVAKÎ-ZANISTÎ

Xebata YMK'ê tenê bi ders û pirtûkan re sînorkirî nîne. Komîsyonên cuda yên di nav komeleyê de hatine avakirin, li gorî pêdiviyên cûrbecûr ên ziman û perwerdehiyê dixebitin. Komîsyon di nav salê de panel, komxebat, semîner, sempozyûm û hevdîtinên civakî û zanistî li dar dixe. Ev çalakî ji bo bilindkirina hişmendiya civakê, xurtkirina têkiliyên navbera mamoste û malbatan û danasîna berhemên hîndekariyê girîng in. Alîşer Sayan, girîngiya van komîsyonan bi van gotinan pênase kir: “Di van çalakiyan de mijarên wek parastina zimanê dayikê, girîngiya bikaranîna Kurdî di nav malbatê de, pêşxistina zimanê Kurdî di dibistanan de, danasîna pirtûk û materyalan û hevkariyên bi sazî û komeleyên din re têne gotûbêjkirin. Bi vî rengî YMK hewl dide ku zimanê Kurdî ne tenê wek ders, lê wek beşekî jiyana civakî were dîtin. Komîsyonên YMKê her wiha roleke girîng di pêkanîna hevkariyan de dilîzin. Bi sazî û komeleyên ku di warê ziman, çand û hûnera Kurdî de dixebitin re projeyên hevpar tên pêkanîn. Ev hevkarî ji bo berfirehkirina qada xebatê, parvekirina çavkaniyan û xurtkirina dengê zimanê Kurdî li Elmanyayê pêwîst in.

ASTENGÎ, BERPIRSYARÎ Û DAXWAZA HEVKARIYÊ

YMK di salên dirêj de gelek hewl daye ku mafê perwerdehiya Kurdî li Elmanyayê û Ewropayê were firehkirin. Lê pêşketinên ku bi dest ketine hêj li gorî hewcedariya civaka Kurdî têrker nînin. Ev rewş ji aliyekê ve bi kêmbûna piştgiriyên fermî ve girêdayî ye, lê ji aliyê din ve bi kêmbûna beşdarbûna malbat, sazî û mamosteyan jî ve têkildar e. Alîşer Sayan li ser vê mijarê wIsa axifi : “ Di hin malbatan de hêj jî têgihiştina ku hînbûna zimanê dayikê dikare alîkarîya pêşketina zimanê Elmanî û perwerdehiya giştî bike bi têrî nehatîye belavkirin. Hin malbat difikirin ku zarok divê tenê li ser Elmanî bisekinin û Kurdî dikare wan asteng bike. Lê ji aliyê pedagojîk ve, zimanê dayikê dikare bingeha hişmendî, nasname û fêrbûna zimanên din xurt bike. Ji ber vê yekê hişyarkirina malbatan roleke pir girîng digire. Her wiha bêpolîtikaya berbiçav di nav hin partî û saziyên Kurd de di warê perwerdehiyê de bûye sedem ku xebatên hîndekariya Kurdî ne bi qasî pêwîstî bi hev ve werin girêdan. Hîndekariya Kurdî pêdivî bi stratejiyeke hevpar, bernameyeke domdar û têkiliyeke xurt di navbera sazî, mamoste, malbat û dezgehên fermî de heye.

Tevî van astengiyan, YMK xebata xwe heta îro bê navber domandiye. Ev berdewamî hêjayî pesindanê ye, ji ber ku komele bi derfetên xwe yên sînorkirî karên mezin pêk anîne. Lê pêşeroja hîndekariya Kurdî nikare tenê li ser milê komeleyekê bimîne. Dema sazî, malbat û mamosteyên Kurd dest bidin hev û li ser bingeha berjewendiyên neteweyî û perwerdehiyî bi hev re bixebitin, wê tu astengî nikaribe pêşî li pêşketina vê xebatê bigire.

ENCAM: ZIMAN BI HÎNKIRINÊ DIJÎ

Xebata YMK’ê nîşan dide ku parastina zimanê Kurdî li diaspora bi gotinên xweş tenê pêk nayê. Pêdivî bi mamoste, pirtûk, materyal, bername, malbatên hişyar, ragihandin, sazîyên xurt û têkiliyên fermî heye. Ev hemû hêman bi hev re dikarin zimanê Kurdî di nav nifşên nû de zindî bihêlin. Alîşer Sayan: “ Li Elmanyayê dersên Kurdî ji bo zarokên Kurd ne tenê derseke zimanî ye. Ew derfet in ku zarok bi malbat, çand, dîrok û nasnameya xwe re têkiliyeke xurtir ava bikin. Hîndekariya Kurdî her wiha dikare zarokan bi duzimanîbûn, xwebawerî û zanîna çandî xurt bike. Ji ber vê yekê ev xebat divê wek karê stratejîk û pêşerojî bê dîtin YMK di 34 salên derbasbûyî de bingeheke girîng ji bo vê xebatê ava kiriye. Niha pêdivî ew e ku ev bingeh bi piştgiriya berfirehtir a malbatan, mamosteyan, saziyên Kurdî û dezgehên fermî were xurtkirin. Zimanek tenê dema di malbatê de tê axaftin nayê parastin; ew dema di dibistanê de tê hînkirin, di pirtûkan de tê nivîsandin, di civakê de tê bikaranîn û ji nifşekê derbasî nifşê din dibe, bi rastî dijî.

Li Elmanyayê jî ji bo ku kesek bibe mamosteyê Kurdî, dezgehên fermî daxwaz dikin ku ew kes di warê mamostetî yan jî hîndekariya Kurdî de xwedî perwerdehiyeke akademîk be. Lê mixabin, li gelek deverên Kurdistanê — çi li Başûr, çi li Bakur û çi li parçeyên din — hêj jî zanîngeh an fakulteyên ku bi awayekî berdewam û standard perwerdehiya mamostetiya Kurdî pêşkêş bikin gelek kêm in. Ji ber vê yekê, Yekîtiya Mamosteyên Kurd (YMK) Li Ewropayê  bi taybetî li Elmanyayê ji bo avakirina sazî an fakulteyên taybet ên hîndekariya Kurdî û mamostetiyê gelek hewl daye û xebatên lobiyê kirine. Di vê çarçoveyê de bi Wezareta Perwerdehiyê ya Kurdistanê, dezgehên xwendina bilind, zanîngehên ku li Tirkiyeyê di warê Kurdî de perwerdehî didin, û herwiha bi zanîngehên Ewropayê re gelek hevdîtin hatine kirin. Di nav van têkiliyan de Zanîngeha Sorbonne ya li Parîsê, zanîngehên li Zurichê û herwiha rêveberên beşên Iranîstîkê li Elmanyayê cih digirin. Di van hevdîtinan de li ser vekirina fakulteyên mamostetiya Kurdî, pêşxistina beşên akademîk yên Kurdî û herwiha avakirina navend û zanîngehên çand û zimanê Kurdî gotûbêj hatine kirin. Herwiha YMK ji bo perwerdehiya kurtdem a mamosteyan jî bi hin zanîngehan re xebitîye. Bi taybetî bi Zanîngeha Sorbonne ya li Parîsê, Zanîngeha Artukluyê, Zanîngeha li Zurichê re di warê pedagojî û perwerdehiya mamosteyan de projeyên hevpar û xebatên akademîk hatine meşandin. Ev hewldan hem ji bo pîşeyîkirina hîndekariya Kurdî girîng in û hem jî ji bo ku mamosteyên Kurdî di pêşerojê de xwedî bingeheke akademîk û fermî ya xurt bibin.

Di gelek semîner û komxebatên ku YMK li dar xistine de, bal bi taybetî li ser pirsgirêkên hîndekariya Kurdî li diyasporayê hatiye kişandin. Di semînerên ku li Êlihê û li gelek bajarên din hatin lidarxistin de, mamoste û pispor li ser girîngiya zimanê dayikê, pêdiviya materyalên standard û rolê mamosteyan di şertên diyasporayê de rawestiyan. Ev semîner ne tenê wek platformeke akademîk bûn, her wiha derfeteke girîng jî bûn ku mamoste ezmûn û serpêhatiyên xwe bi hev re parve bikin.

Di semînerên li Êlihê de bi taybetî hate diyarkirin ku hîndekariya Kurdî tenê mijareke zimanî nîne, lê her wiha pirsgeheke civakî û çandî ye. Li gorî axaftvanan, zarokên ku bi zimanê xwe yê dayikê re têkiliya xurt heye, di avakirina kesayetî û xwebaweriyê de jî bêtir pêş dikevin. Herwiha hate gotin ku materyalên hîndekariyê divê li gorî şertên zarokên diyasporayê bên amadekirin.

Di van semîneran de herwiha li ser kêmbûna mamosteyên Kurdî, astengiyên siyasî, kêmbûna piştgiriya fermî û pirsgirêkên devokî jî gelek gotûbêj hatin kirin. Pispor û mamoste gihiştin encamê ku ji bo pêşeroja hîndekariya Kurdî pêdivî bi hevkariya xurt di navbera sazî, mamoste û malbatan de heye.

HIŞÊ ÇÊKIRÎ (AI), TEKNOLOJÎ Û PAŞEROJA ZIMANÊ KURDÎ

Di vê demê de em di pêvajoyeke gelek girîng û hestiyar de ne. Bandora hişmendiya zîrek li ser civakê û bi taybetî li ser perwerdehiyê her roj zêdetir dibe. Li gelek welatan pispor û zanist lêkolîn dikin ku perwerdehî dê çawa bi van teknolojiyên nû re were entegrekirin û di pêşerojê de dê çi awayekî bigire. Ev guherîn tenê mijareke teknîkî nîne; ew dikare li ser ziman, çand û derfetên nifşên nû jî bandoreke mezin bike. Alîşer Sayan: “ Lê mixabin, dema ku em li van platform û amûrên nû dinihêrin, em dibînin ku zimanê Kurdî hêj jî di asta ku pêwîst e de cih nagire. Li gelek platformên HZ (hismendiya zîrek) de Kurdî di nav zimanên bingehîn de tune ye an jî bi awayekî laway tê bikaranîn. Ji ber vê yekê mamoste, xwendekar û bikarhênerên Kurd gelek zehmetiyan dikişînin. Di warê deng, tîpên alfabeyê, xwendina nivîsan, berhevkirina daneyan û amûrên hîndekariyê de gelek kêmasî hene. Ji bo amadekirina hin bernameyên dijîtal bên amadekirin, derfetên aborî jî pir kêm in, di vî alî de pêdivî bi alîkariyê heye. Ev yek nîşan dide ku pêdivî bi xebatên ciddî hene ji bo ku zimanê Kurdî bi teknolojî û hişmendiya zîrek re were entegrekirin. Divê çavkaniyên dijîtal, bankên peyvan, dane û amûrên Kurdî bên pêşxistin da ku Kurdî jî di vê cîhana nû ya dîjîtal de cihê xwe bistîne.

Lê ev pirsgirêk tenê bi hewldana Yekîtiya Mamosteyên Kurd an çend mamosteyan nayê çareserkirin. Ev pirsgeheke civakî û neteweyî ye. Divê civaka Kurd, akademîsyen, nivîskar, mamoste, teknîsyen û sazî bi hev re li ser vê mijarê bifikirin û projeyên hevpar pêş bixin. Heke em dixwazin Kurdî di pêşerojê de bi zimanên din re wekhev be û nifşên nû jî bikarin di cîhana dijîtal de bi zimanê xwe re bijîn, divê Kurdî di platformên teknolojî û hişmendiya zîrek de bi awayekî xurt û têrker cih bigire.

HÎNDEKARIYA KURDÎ Û TEKNOLOJIYÊN NÛJEN

Di van salên dawî de, hîndekariya Kurdî tenê bi pirtûk û dersên klasîk ve sînorkirî nema. Yekîtiya Mamosteyên Kurd (YMK) û gelek mamosteyên Kurd hewl didin ku teknolojî û alavên dijîtal jî di hîndekariyê de bi kar bînin. Armanc ew e ku zarok û ciwan bi rêbazên nûjen, lîstikî û interaktîf zimanê Kurdî hîn bibin. Alişer Sayan di ve mijarê de ji wiha berdevam kir: “ Di vê çarçoveyê de platformên wek Wordwall bi awayekî çalak tên bikaranîn. Ev platform mamosteyan re derfet dide ku quiz, memory, domîno, peyv-lîstin û gelek çalakiyên dijîtal amade bikin. Bi taybetî ji bo zarokên ku li şertên diyasporayê mezin dibin, van rêbazên nûjen hînbûnê bêtir balkêş û xweşî wan diçe. Zarok dikarin bi telefon, tablet an komputerê bi Kurdî re têkilî dayinin û zimanê xwe bi lîstin, wêne û çalakiyên interaktîf hîn bibin. Wordwall herwiha derfet dide ku çalakî hem bi awayekî online û hem jî wek materyalên çapkirî bên bikaranîn. Platformê zêdetirî 30 cure çalakiyan pêşkêş dike û ji bo hîndekariya zimanan bi taybetî kêrhatî tê dîtin. Ji aliyê YMK û mamosteyên Kurd ve, bikaranîna van amûrên dijîtal wek gavên girîng tên dîtin ji bo nûjenkirina hîndekariya Kurdî û xurtkirina têkiliya nifşên nû bi zimanê dayikê re.”