Yîgîtalp: Belavbûnî kêrî tifaqên din tê

Parlamentera berê ya HDP'ê Sîbel Yîgîtalp, di panela li Bernê ya bi sernavê "Li Tirkiyeyê Têkoşîna Demokrasiyê û Tifaq“ hat lidarxistin de axivî û diyar kir ku belavbûna derdorên demokrasiyê ji bo tifaqa Cûmhûr û Milet bi fêde ye.

Li bajarê Bern ê Swîsreyê ji aliyê Yekîtiya Hêza Demokratîk a Ewropayê ve panelek bi navê “ Li Tirkiyeyê Têkoşîna Demokrasiyê û Tifaq” hat lidarxistin. Parlamenterê berê yê HDP'ê Demîr Çelîk moderatoriya panelê kir, endama Platforma Yekitiya ji bo Demokrasiyê Ayşegul Devecîoglû, Serokê Konfederasyona Yekîtiya Elewiyan a Ewropayê Huseyîn Mat û Parlamentera berê ya HDP'ê Sîbel Yîgîtalp weke axaftvan beşdar bûn.

Di panelê de ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin.

Di panelê destpêkê Endama Platforma Yekitiya Ji Bo Demokrasiyê Ayşegul Devecîoglû, mafê axaftinê girt û got: “Li Tirkiyeyê rejîmeke dîndar û faşîst tê avakirin. Hemû çavkaniyên welat tên talankirin. Dadgeh veguheriye darê zorê. Jin tên qetilkirin. Welat bi temamî di destê çete û mafyayê de ma. Di van şert û mercan de em dibînin ku tu muxalefetek ku bikaribe bersivê bide pirsgirêkên civakî û şerê ku zêdeyî 40 sal in dewam dike rawestîne nîne. Xalên ku şeş partiyên muxalefetê bi hev re ragihandine, nikarin bi awayekî rast werin bersivandin. Di vê wateyê de mîsyona HDP’ê girîng e. Weke Platforma Yekitiya Demokrasiyê em HDP’ê ji nêz ve dişopînin.”

Piştre Serokê Konfederasyona Yekîtiya Elewiyan a Ewropayê Huseyîn Mat axivî û diyar kir ku Elewiyên li Ewropayê dijîn li welatê ku lê dijîn gelek maf bi dest xistine û diyar kir ku Elewiyên li Ewropayê dijîn Tirkiyeyê ji nêz ve dişopînin.“

Parlamentera berê ya HDP'ê Sîbel Yîgîtalp jî axivî û diyar kir belavbûna derdorên demokrasiyê kirî tifaqa Cûmhûr û Milet tê û got: "Divê Elewî, Kurd, jin, kedkar û hemû aliyên din yekîtiya xwe xurtir bikin.“

Yîgîtalp anî ziman ku li Tirkiyeyê êdî cenazeyê mirovan bi rêya kargoyê tê şandin û bi bîr xist ku herî dawî DAIŞ'ê li navenda Enqereyê jineke Êzidî firot.

Yîgîtalp bal kişand li ser êrîşên li dijî HDP'ê û diyar kir ku Denîz Poyraz di nava avahiya HDP'ê ya Îzmîrê de bi awayekî organîze kirî hatiye qetilkirin.

Yîgîtalp diyar kir ku di dema dagirkirina Efrînê de binpêkirinên mafan ên giran rû didin û darên zeytûnan li bazarên vir tên firotin.

Panel bi pirsên beşdaran dewam kir.