Yekîtiya Ewropayê cezayên nû yên li dijî Îranê dinirxîne
Serokwezîrê Elmanya Olaf Scholz diyar kir ku Yekîtiya Ewropayê (YE) ji ber zextên Îranê yên li ser çalakiyên protestoyî, cezayên nû yên bide Îranê dinirxîne.
Serokwezîrê Elmanya Olaf Scholz diyar kir ku Yekîtiya Ewropayê (YE) ji ber zextên Îranê yên li ser çalakiyên protestoyî, cezayên nû yên bide Îranê dinirxîne.
Serokwezîrê Elmanyayê Olaf Scholz li ser hesaba xwe ya Twîtterê daxuyaniyek parve kir û got: “Li Îranê mirina mirovên ku xwepêşandanên aştiyane dikin ez şaş kirim, em şîdeta hêzên ewlekariyê ya bêpîvan şermezar dikin û piştgiriya gel dikin."
Scholz her wiha da zanîn, "Cezayên me yên Yekîtiya Ewropayê girîng in, em tedbîrên zêde difikirin.” û ji bilî vê yekê ti agahiyek din parve nekir.
Berî rojekê Wezîra Karên Derve ya Elmanyayê Annalena Baer Bock diyar kiribû ku ew dinirxînin ku Muhafizên Şoreşê weke “rêxistina terorê” pênase bikin.
Ji 16’ê Îlonê dema ku jina ciwan a Kurd Jîna Emînî li Tehranê ji aliyê polîsên exlaq ve hat qetilkirin û vir ve, li Îranê çalakiyên protestoyî dewam dikin. Di nav van 45 rojên derbasbûyî de bi sedan kes hatin qetilkirin, bi hezaran kes hatin destgîrkirin.
Yekîtiya Ewropayê di 17’ê Cotmehê de derbarê polîsên exlaq û 11 rêvebirên Îranî yên zext pêk anîn, biryara dayina cezayê dabû.
Muhafizên Şoreşê di nava lîsteya “rêxistinên terorê” de cih digire.