Yekîtiya Ewropa derbasî sîstema nû ya Schengenê dibe
Yekîtiya Ewropa Sîstema Ketin-Derketinê ya Nû (EES) roja Yekşemê dixe meriyetê ku zêdeyî deh sal in amadekariya wê dikir.
Yekîtiya Ewropa Sîstema Ketin-Derketinê ya Nû (EES) roja Yekşemê dixe meriyetê ku zêdeyî deh sal in amadekariya wê dikir.
Ji niha û pê ve wê mohr li pasaportan neyê xistin; li şûna vê wê bi rêya amûrên kontrolê yên taybet ên li balafirgeh, bendergeh û strasyonên trenê bicihkirî, daneyên biyometrîk ên rêwiyan bêne wergirtin. Ev dane wê kar hêsan bike ku kesên dema wan a vîzeyê qediya ye yan jî bi rengekî neqanûnî ketine, bê tespîtkirin.
Welatiyên Tirkiyeyê jî di nav de hemû rêwiyên li derveyî Yekîtiya Ewropayê dikevin ber vê sîstema nû. Ji bilî Komara Qibrisê û Îrlandayê, her kesên bikevin Herêma Schengenê wê di ger û geşta wan a destpêkê de qeyda wan a biyometrîk bê kirin. Ev dane wê 3 salan bêne hiştin û piştre di ger û geştê de ji bo piştrastkirina nasnameyê bêne bikaranîn.
Welatên Yekîtiya Ewropayê wê heta 10'ê Nîsana 2026'an gav bi gav sîstemê bi cih bike. Welatên mezin ên weke Fransa û Elmanya wê destpêkê heta astekê kontrolê bikin, welatên weke Estonya û Luksemburg jî wê ji roja destpêkê ve sîstemê bi temamî bixin meriyetê.
Rayedaran hişyarî dan ku di rojên destpêkê yên sîstemê de dibe ku li balafirgeh û derbasbûna sînor rêzên dirêj çêbibin. Ji Parlamenta Ewropayê Assita Kanko got, "Sîstem wê bi kêrî wê yekê bê ku piştrast bike, bê xwediyê pasaportê bi rastî jî ew kes e yan na. Lê belê weke her sîstemeke mezin di destpêkê de dibe ku hin kêmasî rû bidin."
Wezareta Karên Hundir a Fransayê jî diyar kir ku sîstema nû "mecbûriyeteke mezin a operasyonî" ye û anî ziman ku ew ne li bendê ne ku di rojên destpêkê de xitimînek rû bide.
Armanc ji sîstema nû li gorî Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ew e ku pêşî li koçberiya bê rêk û pêk bigire, binpêkirinên vîzeyê tespît bike û li tevahiya Ewropayê ewlekariyê zêde bike.
Yekîtiya Ewropa piştî EES'ê wê di sala 2026'an de Sîstema Erkdarkirin û Agahiyên Ger û Geştê ya Ewropayê (ETIAS) bixe meriyetê. Di vê sîstemê de ku dişibe sîstema ESTA ya li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, welatiyên ji welatên sêyemîn beriya ku biçin ger û geştê wê neçar bimînin ku formê dagirin û 20 Euro bide, bi vî rengî destûrê werbigirin.