Yekî bi eslê xwe Tirk, bû serokê îstîxbarata navxweyî ya Elmanyayê
Ji bo serokatiya Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn (BfV) ku ji îstîxbarata navxweyî ya li Elmanyayê berpirsyar e, Sînan Selen hate tayînkirin ku bi eslê xwe Tirk e.
Ji bo serokatiya Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn (BfV) ku ji îstîxbarata navxweyî ya li Elmanyayê berpirsyar e, Sînan Selen hate tayînkirin ku bi eslê xwe Tirk e.
Selen ê sala 1972'an li Stenbolê ji dayik bû, di zarokatiya xwe de li gel malbata xwe li Kolnê bi cih bû û li Zanîngeha Kolnê perwerdeya hiqûqê wergirt. Selen di sala 2000'î de li Rêxistina Emniyetê ya Federal (BKA) dest bi kariyera xwe kir û li yekîneyên têkildarî sûcên siyasî, teror û sîxuriyê wezîfe kir. Di mijara terorîzma navneteweyî de bû pispor û cihê xwe di nava komîsyona taybet de girt ku têkiliyên li Elmanyayê yên êrîşên 11'ê Îlonê lêpirsîn kir.
Selen ku piştî sala 2006'an operasyonên cuda bi rê ve bir û piştre derbasî Wezareta Karên Hundir bû, herî dawî li nava Polîsên Sînor ên Federal û yekîneya ewlekariya cemaweriyê wezîfe kir.
Selen ku ji sala 2019'an û vir ve li Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn alîkarê serok bû, li şûna Thomas Haldenwang bû serokê rêxistinê. Hate ragihandin ku tayînkirin di encama lihevkirina hevparên koalîsyonê muxafazakar CDU/CSU û sosyal demokrat SPD de pêk hat.