Xwepêşandêran bal kişand ser wê yekê ku El Nusra, ku Colanî serkêşiya wê dike, ligel komên cîhadî yên mîna DAÎŞ’ê li Sûriyê li dijî kêmneteweyên etnîkî û olî komkujî kirine. Tê çaverêkirin ku Colanî di navbera 23-29’ê Îlonê de li qada NY’ê axaftinekê bike. Ev yek dê bibe yekem Serokê Sûriyê ku piştî Nureddin el-Atasî yê sala 1967’an li NY’ê biaxive.
Meşa li Torontoyê li ber Qonsolosxaneya Kanada-DYE’yê dest pê kir û bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya li ber Meclîsa Zagonsaz a Ontariyoyê bi dawî bû.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Ahmed eş-Şara (Colanî) kujerek e. Wî jin û zarok kirine armanc, ferman dane DAÎŞ û El Nusrayê. Divê NY tavilê ji vê şaşiyê vegere.”
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser avahiya pirçandî ya Sûriyê û hate diyarkirin ku Kurd û Elewî nêzî %10’ê nifûsê ne, herwisa Durzî, Xiristiyan, Şîî, Îsmaîlî û Erebên Filistînî jî beşek ji vê cihêrengiyê ne.
Zilmên Heyet Tehrîr el-Şamê (HTŞ) yên li dijî nifûsa Durzî û Xiristiyanan, û bi darê zorê guhertinên olî, desteserkirina malan û komkujî hatin bibîranîn.
Di daxuyaniyê de qala koçberiyan jî hate kirin û hate ragihandin ku piştî hilweşandina Esed di Kanûna 2024’an de, Elewiyan berê xwe dane Lazkiye û Tartûsê, zêdetirî 1000 malbat neçar man ji Hums û Hemayê birevin.
Navenda Civaka Kurd a Qanadayê û Federasyona Demokratîk a Kurd a Qanadayê daxwaz kirin: “Divê NY û civaka navneteweyî hişyariyên me yên der barê Colanî û HTŞ’ê de berî ku dereng be, cidî bigrin.”
Di dema meşê de bi Kurdî, Erebî û Durzî dirûşmên wekî “Ji zilmê dûr bijî! Beşdarî proseya siyasî bibe!”, “Bijî Kurdistana azad”, “Bijî Rojava”, “Bijî Sûriye” û “Bijî Siwêyyda” hatin berzkirin.