BI DÎMEN

Li Stuttgartê jinên şoreşger ên şehîd hatin bibîranîn

Li Stuttgartê jinên şoreşger ên şehîd hatin bibîranîn û çîrokên jiyana wan hatin parvekirin. Di bîranînê de wiha hate gotin: “Divê jin û civaka Kurd xwedî li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin derkevin.”

Bi pêşengiya Komuna Jinan a Meryem a ku li Stuttgartê xebatan dimeşîne, di şexsê şehîd Emîne Erciyes, Jîna Emînî, Zenda Bermal, Ekîn Amara Toldar û Zîn Zagros de hemû jinên şoreşger ên şehîd hatin bibîranîn. Di bîranînê de, çîrokên jiyana jinên şehîd ên ku felsefeya Jin, Jiyan, Azadî bi jinan re dane nasîn hatin parvekirin.

Endama TJKE’yê Newroz Agirî bawerî, evîn û enerjiya bêdawî ya şehîd Emîne Erciyes û tevkariyên wê yên ji bo têkoşîna azadiyê bi bîr xist. Agirî di axaftina xwe de wiha got: “Têkoşîna jinê ya ku di şexsê Emîne Erciyes û bi hezaran jinan de gerdûnî bûye, divê em îro di bin dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de xurtir bi rêxistin bikin. Şerê Cîhanê yê Sêyem ku bi salan e didome, bi taybetî nirxên civakî û destketiyên tevgerên azadiyê yên li ser jin û zarokan armanc digirin. Şehadeta Jîna Emînî ji bo gelên ku di lêgerîna azadiyê de serî hildane, bû ceribandineke girîng a serhildana civakî. Îro, divê jin û civaka Kurd xwedî li pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku di şexsê Rêber Apo de hatiye destpêkirin derkevin.”

Kesên din ên ku beşdarî bîranînê bûn jî axivîn û hest û ramanên xwe parve kirin. Çalakî bi nîşandana sînevîzyona ku jiyan û têkoşîna Emîne Erciyes vedibêje dewam kir û bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.