Sînan Çîftyurek: Divê gelê Kurd bi destûrî bê naskirin û Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
Parlamenterê Wanê Sînan Çîftyurek li Bernê beşdarî panelê bû û xwest ku hebûna Kurdan bi Destûra Bingehîn bê naskirin û zimanê Kurdî bibe fermî.
Parlamenterê Wanê Sînan Çîftyurek li Bernê beşdarî panelê bû û xwest ku hebûna Kurdan bi Destûra Bingehîn bê naskirin û zimanê Kurdî bibe fermî.
Li bajarê Bern ê Swîsreyê ji hêla KUTUSCH’ê ve panelek hate lidarxistin. Panel ji hêla Hevserokê Damezrîner ê SYKP’ Tuncay Yilmaz ve hate birêvebirin.
Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) û Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek wekî axaftvan beşdarî panelê bû û li ser mafên destûrî yên Kurdan, Kurdî wekî zimanê perwerdehiyê bê qevûlkirin, statuya Rojava û yekîtiya partiyên Kurd nirxandin kir.
Çîftyurek diyar kir ku di Destûra Bingehîn dd naskirina hebûna Kurdan gava bingehîn a ber bi çareseriyê ve ye û got, "Gava yekem a lezgîn ew e ku hebûna Kurdan di Destûra Bingehîn de bê qebûlkirin. Pirsgirêka Kurd bêyî mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê çareser nabe."
Çîftyurek anî ziman ku zimanê Kurdî wekî zimanê perwerdehiyê ferz e û wiha domand, "Divê zarokên Kurd bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Ev ji bo parastina mafên çandî hêmanek bingehîn e."
Çîftyurek li ser pêşketinên li Rojava jî ev tişt anî ziman, "Divê statuya Rojava vê xurtkirin û divê gelê Kurd çarenûsa xwe diyar bike. Divê mafên bi vî rengî li Bakurê Kurdistanê jî bên naskirin."
Çîftyurek polîtîkayên heyî yên dewletê rexne kir û anî ziman ku ev pêvajo "ne çareserî ye, lê pêvajoyek demkî ye". Çîftyurek wiha pêde çû, "Dewlet li şûna ku pirsgirêka Kurd çareser bike hewl dide encamên wê ji holê rake. Ne maseyek, ne belgeyek û ne jî biryarek fermî heye. Peyva 'Kurd' hîn jî neketiye nav belgeyên dewletê."
Çîftyurek li ser girîngiya yekîtiya di navbera partiyên Kurd rawestiya û got, "Ger partiyên Kurd bibin yek, wê daxwazên xwe xurtir bşnin ziman. Mafên demokratîk bi vî awayî dikarin bên misogerkirin."