Li Helsînkî ji bo salvegera serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ mitîng hate lidarxistin
Li Helsînkî bi boneya 3’yemîn salvegera qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî û serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ mitîng hate lidarxistin.
Li Helsînkî bi boneya 3’yemîn salvegera qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî û serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ mitîng hate lidarxistin.
Li paytexta Fînlandiya Helsînkî bi boneya 3’yemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî ya ku ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve li Tehranê hatibû qetilkirin û serhildana gel a bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ mîtîng hat lidarxistin. Mîtîng ji aliyê rêxistin û partiyên Rojhilatê Kurdistanê ve hate orgaznîzekirin, Rêxistinên mîna PJAK, KJAR û gleek Kurdistanî beşdarî mitîngê bûn. Di mitîngê de bênavber dirûmeyên li dijî rejîma Îranê hatin berzkirin.
Di mitîngê de peyma hevbeş a hemû partî û rêxistinan hat xwendin. Her wiha peyamên ji KCK-E’yê Firat û parlamentera berê ya HDP’ê Sîbel Yîgîtalp jî hatin xwendin. Hinek ji mêvanên Fînî jî peyamên xwe yên piştgiriya serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ anîn ziman.
Mîtîng bi qasî saet û nîvekê berdewam kir.